|
Hewlêr/Karwan
Mizûrî/FPZ---Duhî
nivîskar û rojnamevan ê Frensî yê navdar "Chris Kocher"
li gel xêzana xo ya wênegir, seredana baregayê
Fermandeya Peşmergê Zêrevanî ya Kurdistan kir.
Rojnamevan "Chris Kocher" û xêzana wî ji layê Fermandê
Fermandeya Peşmergê Zêrevanî General "Ezîz Weysî" û "Emîd Xazî
Salih" endamê Fermandeya Peşmergê Zêrevanî û berpirsê hisabata
hatine pêşwazî kirin.
"Chris
Kocher" ku wek êk ji dustên kevin yên miletê Kurd dihête nîyasîn,
di seredana xweda 45 salîya şoreşa îlona mezin li hemî gelê
Kurd pîroz kir û berdewamîya serkeftinê bo xwest.
Li dûfda Fermandê Fermandeya Peşmergê Zêrevanî di gel "Chris
Kocher" û xêzana wî seredana cihê perwerdeya leşkirî kir.
.JPG)
Peşmergên ku di perwerdê da çendîn çalakî yên leşkirî û
komandoyî pêşkêşî amadebûyan kir.
Demê berêz "Chris Kocher" û xêzana wî ew dîmenên Peşmergey dîtîn
rondikên keyfê ji çavên wan hatine xarê û "Chris Kocher" bi vî
rengî hestê xwe derbirî û gût "min Peşmerge li çîyan jî dîtîye û
ez li gelek deman da li gel wan bûm. Bi derfetên gelek kêm û bi
zorî û zehmeteka gelek giran xwe perwerde dikir, şiyanên wan
gelek di kêm bûn, lê fîdakarên miletê xwe bûn.
Evro demê ku em Peşmergey di vî astê pêşkeftî da perwerda wan di
bînîn em gelek keyfxweş dibîn, şiyanên wan zêde bûyîne,
leşkirekê nîzamî û xorte û beref pêş diçît. Ez di wê bawerîyê
dame ku Peşmerge her bi wî şêwê fîdakarîyê dê bergirîyê ji hemî
mafên miletê xwe ket, hîvîdarim Kurdistan a azad bi parêzin ".
.JPG)
Xêzana Chris Kocher ku wênegira fotografî ye ji layê xwe ve gût
"min wênên Peşmergey li çîyay jî girtîne li demê şoreşê û nûke
ez wênên wan li Kurdistaneka azad digirim ku berhemê xebata waye.
Çi keyfeka mezine bo min, dibît ew wênên ez bo van Peşmerga
digirim li demê şoreşê min wênên babên wan jî girtibin, min li
bere ez pêşangeheka fotografî bu wênên Peşmergey yên kevin û nû
vekem, divê pêşangehê da hindek wêne hene ku nehatîne belavkirin
û bû cara êkê ez dê belav kem.
Ji layê xweve General "Ezîz Weysî" ji dil sipasîya seredana
nivîskar û rojnamevan "Chris Kocher" û xêzana wî ya wênegir kir
ku bi salane binivîs û wênên xo xizmeta şoreşa Kurdî kirin û bo
cîhanê dane nîyasîn.
.JPG)
.JPG)
.JPG)
-----------------------------------------------------------------------------------------vegere |