bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî     bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî

 

Pêşmergên Zêrevanî di Televîzyona Tirkiyê da      

 

Hewlêr/Hesen Eli/FPZ--- Li roja 12.01.2007 li televîzyona Tirkî Kanal-D, babetek di derbarey Hêzên Pêşmergên Zêrevanî ya Kurdistanê hate weşandin. Di bernameya nûçeyên serekî da gelek dîmenên balkêş yên Pêşmergên Zêrevanî hatin nîşandan. Bernameya ku sebaret bi şandina Pêşmergên Kurdistanê bo Bexda hatibû amadekirin, ji layê M. Alî Bîrand dihête bi rêvebirin.  

Di nûçeyên Tirkî da hat gotin ku Pêşmergên Kurdistanê êdî bi şewazên hemdemî û weke leşkerekî nîzamî tevdigire.

Rojnamavan Cem Tekel ku bo Kanal D hatibû Kurdistanê dîtinen xwe darbarey Pêşmergeyan di deng û basen zindî wusa  anî ziman: " Eve ew Pêşmergene ku nuke ji demên berê cudatir, dîtineka nû pêşkêş diken, her di destê wan da Klaşnîkofin, lê cil û bergên wan nîşana leşkirekê sîstemî ye. Pêşmerge di çiyan da gelek şareza û bispore, lê daku di bajêran da jî bibine şareza, nuke amadeya karê nav bajaran jî diken, bi van tîma dê aramiya derûberên bexda dabîn ken û Pêşmerge li wan cihan dê têkoşanê dijî tîrorê biken." 

Di drejîya bername da spikere Kanal D ji bo perwerde û nîzama Pêşmergên Kurdistanê wî rengî axîfî: " Heger em li hîviyên wan bi nêrîn, eve ji cil û bergên leşkiriyên nû yên wan bi aşkirayî diyar dibît, Pêşmergey cil û bergên xwe yên navxûy rakirîne, nuke cilên leşkirî yên nû liber diken, eve ne bes di dîmenî da weha ye anku ne tenê gihurîneka şiklî ye, nuke li cihê perwerdê kel û pelên leşkirî bi şêwekê temam dabînkirîne, bi milê wan yê çepê ve armê Pêşmerge û yê rastê jî alayê Kurdistanê heye, leşkirên Pêşmerge ev arme rakirîne û herwesa xudan çekên ful otomatîk û gişt aliyatên leşkirî ne. Fermandê wan digel perwerdeka giran baweriya wan jî bilind diket, Fermandê Pêşmergê Zêrevanî  general Êzîz Weysî divî babetî da pir ji xwe bawere û dibêjît: "em ne tevayiya arîşan, belku dişêyin gelek ji wan çareser biken, Pêşmergey serburên şerê çiyayî û bajêrî heye. Em wek Pêşmerge bo her metirsiyekê di amadene, heger ferman bête dan em dê çîn ".

Di bernameyê da Fermandê Fermandeya Pêşmergên Zerevanî ya Kurdistanê  General Êzîz Weysî jî axivî û got, Pêşmergên Kurdistanê di bin fermana Hikumeta Herêma Kurdistanê da ye û eger ferman ji layê Hikumet û Serokatiya Kurdistanê were, ew dê amade ne biçin her derê bo pêkhînana fermanan.

Fermandê Fermandeya Pêşmergên Zerevanî ya Kurdistanê  General Êzîz Weysî di dawî axaftina xwe da got: "Pêşmerge hêzeka pêkînana ferman û teilîmata ye, heger ferman bête dan xwe dê çîne cehinmê jî ".

Nûçeyên li ser Hêzên Pêşmergên Zerevanî ya Kurdistanê îro jî (13.01.2007) li gelek rojnameyên Tirkiyê da hatin weşandin. Rojname û televizyonan bi giştî weke nûçeyek erênî cih da dîmen û axaftinên Hêzên Pêşmergên Kurdistanê.

 

----------------------------------------------------------------------------------------vegere

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

© 2006 www.zerevani.com