bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî     bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî

 
    Pêşmergên Zêrevanî ya Kurdistanê Seredana Gora Barzanîyê Nemir Kirin    

12.3.2007/Barzan

Hewlêr/Hesen Elî/FPZ--- Ji ber salvegera bîstûşeşemîn ya koça dawî ya Mele Mistefa Barzanî yê Nemir, seredanên şexsiyet û avahiyên Kurd û navnetewî li devera Barzan berdewam dikin. Di vê bihara sala 2007'an de, devera Barzan carekî din bû ziyaretgeha mirov, sazî û civakên curbecur. Ne tenê Kurd, şexsiyet û saziyên Ereb, Turkman, Krîstiyan, Kildanî, Aşurî, Yezîdî, civak û kêmnetewên din, bi şandên hejmarên bilind, qefle bi qefle têne devera Barzan û rûmetdariyên xwe pêşkêşî hebûna manewî ya nemir Mele Mistefa Barzanî dikin. 

Ji şefeqa sibê ya roja yanzdehê, şandek ku pêkdihat ji efser û pêşmergeyên Zêrevaniyên Kurdistanê, ji gelek deverên Kurdistanê ketin rê ku li ber gora pîroz ya nemir Bab Barzanî werin ba hev. Şandên ku pêkhatibûn ji pêşmerge û pilêdar û efserên ji Zaxo, Dihok, Etruş û Hewlêr, ji Supayên 1, 2, 3, 4 û pêncemîn û Barageha Fermandeya Pêşmergên Zêrevanî yê Hewlêr, li devera Barzan kom bûn.

Li bihareka azad ya din li Kurdistanê, dema çiyayên Barzan bi kulîlk û keskahiyê careka din xwe xemilandin, hestên efser û pêşmergeyên Zêrevanî jî mîna vê biharê bi coş bûn. Avên ku ji berfên serên çiyayên Barzan tên, hemû hebûnên jiyanê yên nû, û Kurdên azad, di vê meha Adarê ya 2007'an de Bab Barzanîyê nemir dîsa anîn bîra xwe, ku ev azadî ji xebata wî ya pîroz hatiye bidestxistin. 

Di rewresma dema seredanê da Fermande Fermandeya Pêşmergê Zêrevanî ya Kurdistanê General Azîz Weysî û Lîva Elî Telî destegulek danîn ber gora pîroz ya Nemir Barzanî û rêzgirtinên xwe yên bêdeng pêşkêş kirin û fatîhe xwendin.  

General Azîz Weysi di rewresma rêzgirtinê da axaftinek kurt pêşkêş kir. General Weysî di axaftina xwe da wusa peyivî:

"Em her daîm amade bûn û amadene ku di rêka Nemir Mele Mistefayê Barzanî da, heya dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin, berjewendî û hebûna welat û milletê Kurdistanê biparêzin. Weku her caran, carekî din em soza xwe tekrar dikin ku em di warê parastina gel û parastina nirxên azadiyê da canfidakariya xwe berdewam dikin. Mele Mistefa Barzanî yê Nemir, heta dawiya jiyana xwe doza azadiya Kurdistanê bi jiyana xwe parast û her daîm serbilind bû. Em bi hemû hêz û hebûna xwe di rêka Barzaniyê Nemir da bimeşin."

-----------------------------------------------------------------------------------------vegere

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

© 2006 www.zerevani.com