|
16.08.2007
Hewlêr/ Hesen
Eli------
Ez dawe dikim, hêzên herêmê bi hemû şiyanê biçin hewara xelkê
Kurdistanê li wan deverên ku bûne armancên terorîst û dijminên
kurdan, bi hemû hêzê li terorîstan û yên ku hevkariya wan dikin
bidin.
Li ser êrîşa terorîstî ya ser devera Şingalê ku ordugahên Gir
Uzêr û Sîba Şêx Xidirî bûn armanc û bi sedan welatiyên kurdên
êzîdî hatin kuştin û birîndar bûn, Mesûd Barzanî serokê
Kurdistana federe fermanek seferberiyê da ku wiha ye:
- Ji bo serokatiya encumena wezîran,
- wezareta pêşmerge û pasewanên herêmê,
- wezareta navxwe, wezareta tendurustî
Di demekê de ku bi wê umîda bêsînor me serdana Bexdayê kir da em
li gel cenabê serokkomar û berpirsên din bi hev re hewl bidin
çareseriyekê ji bo tengijeya ku Iraq tê re derbas dibe bibînin,
di demeka wiha de terorîstên li dijî hemû nirxên mirovatiyê
tawaneka xwe ya din li hember kurde eslîyên êzîdî yên navçeya
Şengalê encam daye û bûne sedemê şehîd û birîndarbûna bi sedan
bêtawanan.
Em bi wê aciziya xwe ya bê hidûd vê tawanê rûreş dikin û em
dizanin ku ev midetek e mixaberata çendîn dewletan ji bo zûtir
encamdana tawanên bi vî awayî yên li dijî kurdan li Musil,
Kerkûk û Diyaleyê amadakeriyan dikin da bi hesabên wan ev navçe
ji kurdan bên valakirin. Gelek aşkera ye, hin xwefiroş ji hundur
çavsaxiya van terorîstan dikin û taldeyê didin wan. Her ji bo wê:
Yek: Ez dawe ji gelê kurd dikim ku liberxwe bidin û xwe amade
bikin ku bi temamî bi her awayî rûbirûyî dijmin bibin, nabe ku
bi tu awayî hêviyên dijminan bê cih û ew navçe bên valakirin.
Dudu: Ez dawe li hukumeta federal û hêzên hevpeyman dikim ku rê
li ber van tawanan bê girtin ku dijî kurdan tê dayin.
Sisê: Ez dawe dikim ku hêzên herêmê bi her awayî, bi hemû şiyana
xwe biçin bi hewara xelkê Kurdistanê li wan deverên ku bûne
armancên terorîstan û dijminên kurdan, bi hemû hêza xwe li
terorîstan û hemû ewên ku hevkariya wan dikin bidin. Bi tu awayî
îdî tehamula vê rewşê nayê kirin.
Çar: Wezareta tendurustiya herêmê û hemû xelkê Kurdistanê herçî
di şiyana wan de ye hevkarï û alîkariyê li qewimandiyan bikin
alîkariya lazim bidin ber dest.
Ez ji Xwedayê mezin dawekar im ku ciyê şehîdan behişta berîn be
û hêviya çakbûneka zûtir ji bo birîndaran dikim.
Mesûd Barzanî
Serokê Kurdistanê
15/78/2007
-----------------------------------------------------------------------------------------vegere |