bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî     bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî

 

 Serokê Kurdistanê: Ev terora ko dê ti caran bi ser nekeve li hemberî benecihkirina madeya 140-ê têt kirin   

14.05.2007

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî bersîva wan destên qirêj yên li pişt terora li Mexmûrê da û got ev teroreka bêçare ye û bi ser nakeve. Serokê Kurdistanê êrîşa terorîstî ya ko duhî li Mexmûrê li himberî baregehê PDK-ê hatî kirin û di encamê de 32 kes hatîn kuştin û 115 kes birîndar bûyîn şermezar kir û hevxemiya xwe bo kesûkarên kuştî û birîndaran diyar kir, sersaxî ji bo kesûkarên kuştiyan xwest û hêvî kir ko birîndar bi rojekê zûtir sax û selamet bin.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di heman demê de mesajeka vekirî bo wan destên qirej yên li pişt vê terorê da û got ev karê terorê yê ko dê bi ti awayî bi ser nekeve li dijî binecihkirina madeya 140-ê û li dijî bihevrejiyana birayetiyê têt kirin.

Mesûd Barzanî got yên ko destên wan di van karên terorîstî de hene ew dê bigîhin cezayên xwe yên yasayî.

Ji aliyê dî ve balkêş e, otomobîla ko teqemenî lêbarkirî bû û berî nivro li gorî demê Hewlêrê seet 11.30-ê li ber baregehê PDK-yê Mexmûrê ji aliyê terorîstekê xwekuj ve hatî teqandin, otombîleka leşkerî ye û ev coreyê otomobîlan hêj nû di nav leşkerê Iraqê de hatiye belav kirin. Terorîst bi xwe jî bi cilûbergên leşerî bûye.

Wesa diyar e ko êdî karên terorîstî bi nav, bi cil û bi navgînên/amûrên Iraqê yên fermî tên kirin.

Mexmûr jî hêj di bin îdareya Iraqê de ye û qedera wê jî bi binecihkirina madeya destûrî ya Iraqê ya 140-ê ve girêda ye ko li gorî vê madeyê divê di meha 12-yê ya vê salê de referandum bêt kirin û Kerkûk jî tê de deverên derveyî îdareya Kurdistanê mane, bi referandumê vegerin ser îdareya Kurdistanê.

Serweriya Kurdistanê bo vê bênavbir hewil dide. Mebestek ya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji serdana Ewropayê jî ew bû ko ewropiyan di heqê referandumê de qane bike. Ewropî qane bûn an no em wê nizanin.

Lê helwestên derveyî çi dibin bila bibin, asta êrişên qirêj jî li çi radeye disekinin bila bisekinin, miletê kurd û serweriya kurd qet qebûl nake referandum bêt bi paş xistin. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di hemî temasên xwe yên Ewropayê de îşaret bi vê heqîqetê kir û got:

— Em bi ti awayî qebûl nakin ko hinek li ser me ferz bikin ko em referandumê bi paş ve bidin.

 

-----------------------------------------------------------------------------------------vegere

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

© 2006 www.zerevani.com