|
25.03.2007
Serokê
Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî doh pêşwazîya fermandarê nû ya
hêzên firehnijad li Iraqê general David Patraeus kir û hêvî kir
ku serkevtinê di erkên xwe yên nû de bibîne.
Di yamancê de, wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî, wezîrê
Pêşmerge ferîqê yekem Omer Osman, wezîrê Herêm ji bo kar û barên
Pêşmerge, serokê erkanên supayê Iraqê ferîqê yekem Babekir
Zêbarî û hijmarek ji berpirsên leşkirî amade bibûn.
Serokê
Kurdistanê bi germî bi xêrhatina general David Patraeus kir û
kêfxweşîya xwe jî derbirî ku careka din li Iraqê bibîne û hêvîya
serkevtinê jê re xwest ku di erkên xwe yên nû de serkevtî be û
karê dijwarîyê li Iraqê kêmbibe û asayiş û hêmnayî tê de çêbibe.
-----------------------------------------------------------------------------------------vegere |