bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî     bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî

 
Xola Qurbaniyên Enfalan Bidawî Hat    

26.11.2006/Batufa

Batufa / FPZ--- Li roja 23.11.2003an, saet 11ê berî nîvro li Batufa bi rewresmekê xola perwerdeya peşmergeyên Zerevanî ya bi navê Qurbaniyên Enfalan bi dawî hat.  Xola Qurbanîyên Enfalan li 23.09.2003an dest pê kiribû. Fermandê Fermandeya Pêşmergên Zerevanî General Azîz Weysî, Murat Bamerni Nûnêrê  Serokê Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî, Fermandê Supay 1. Elî Awnî Berpirsiyarê Liqê 8, Aştî Koçer Midurê Asayîşê Zaxo, Fermandê Akademiya Leşkerî ya Zaxo Lîva Şahab û gelek kesên giregirên siyasî û leşkerî û 450 peşmergeyên şagirtên Xola meşqê ya bi navê  Qurbaniyên Enfalan, beşdarî rewresmê bûn.  

Rewresma ku nêzîkî seatekî berdewam kir, bi rawestina 1 deqîqeyî bo giyanî şehîdan dest pêkir. Pişt re siruda netewî "Ey Reqîb" hate xwendin û  di bin çavdêriya efser û piledarên leşkerî û siyasî de, rewresma xwepêşandana peşmergeyan pêkhat.

Fermandê fermandeya Pêşmergên Zerevanî General Azîz Weysi di axaftina xwe de wusa got: "Ev cure vekirina xolan, ne cara yekem e û ne jî dibe cara dûmahîkê. Bo zêdetir pêşxistina leşkerên Kurdistanê, wekî cenabê Serokê Kurdistanê û Serokê Hikumeta Kurdistanê emir dikeyn, ko pêşmerge pêwîst e şayîsteyî navê xo bîtin û çawa di qehremantî û mêranî û xoragiriyê da çi nîmunên xo di tarîxê da nînin, wusa jî di layê akademîbûn û rêkxistin, fêrbûn, pêşxistina huner û teknîkên şer da di dinyayê da pêwîst e nîmunên yekemîn bîtin û pêş hemî sîstemên dinyayê da bîtin."

Di aheng û rewresma derçûna xola Qurbaniyên Enfalan ku di pileyeka hênik a li beramber çiyayê Cudî yê ser bi berf û nav çiyayên Batufa da berdewam bû, General Azîz Weysî li ser rola şewazê pêşmergeyî yê dîrokî rawestiya û weha axivî: "Ev dever deverek e ku cihê destanan û qehremantiyê ye. Ew pêşmergên ku li vê derê meşqê dibînin, yan bi xo beşdar bûne yan jî, ji van malbaten pêşmergeyên qedîm in, yan ji zaroyên wan şehidan in. Ev dever, her berdê wê ji xwîna wan peşmergeyan hatiye bidest xistin. Li vê derê, li nav van çiyayan, di van şertên giran da pêşmergeyên vê derê berxwedaneke mezin kirin. Û ez bawer im, ewên ku ji vê xolê derketin, dişên bo parastina Kurdistanê roleka mezin bibînin û mizginiyê bidin ku bi berdewamî pêşmergên vê derê, xeta Kurdistanê, xeta bab Barzanî, xeta ew şehîden mezin diparezin." 

Fermandê Fermandeya Pêşmergeyên Zerevaniyên Kurdistanê di dawîya axaftina xwe de soz da Serokê Kurdistanê ku wekî cenabê wî emir kirî, ewê wusa ji bo rêxistina pêşmergê, ji bo fêrkirina wê, ji bo avakirina kesayetiya pêşmergayetî serkevin.  

Ahenga derçûna Xola Qurbaniyên Enfalan ya Akademiya Leşkerî ya Kurdistanê, bi pêşkêşkirina xelatên bo serbazên serkewtî bi dawî bû.

-----------------------------------------------------------------------------------------vegere

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

© 2006 www.zerevani.com