|
17.2.2007/Hewlêr
Hewlêr/FPZ---
Werger ji Rûsî: Dr.Ekrem Önen/
"Li Moskowayê di sala 2006 a de ”Rasîskaya
Gazeta” pirtûka Yevgenî Prîmakov a bi navê,
”Konfîdîtsîal (dizî) Rojhilata Navîn eşkere û
dizî. (Nivê qirnê XX û destpêka qirnê XXI)”çap
kir..Ew qismê li ser pirsa Kurdî di pirtûkê de,
behsa hevditinên xwe bi Mustefa Barzanî re, bi
serokatîya Kurd a we demê re, tekilîyên Kurdan
ên hundir û derve, tekiliyen Kurda bi Iraqe re û
pirsa kerkûkê, ew qismê li ser pirsa Kurda ji bo
ku ji alî Kurda bê zanîn min ev ji zimanê Rusî
vergerand kurdî hevîdarim we balkêş be ji bo
xwendevanan.."
Dr. Ekrem Önen
ekremonen@hotmail.com
Rojhilata Navîn eşkere û dizî (Nivê qirnê XX û
destpêka qirnê XXI)
Nivîskar:
Yevgenî Prîmakov
Werger ji Rûsî:
Dr.Ekrem Önen
Li
Moskowayê di sala 2006 a de ”Rasîskaya Gazeta” pirtûka Yevgenî
Prîmakov a bi navê, ”Konfîdîtsîal (dizî) Rojhilata Navîn eşkere
û dizî. (Nivê qirnê XX û destpêka qirnê XXI)”çap kir. Pirtûkêk
gelek balkêş e û gelek listikên sîyasî ên li rojhilata nave
çebûne têde tên behs kirin. Di vê Pirtûkê de qismek jê behsa
Kurdan dike, ji ber ku primakov yek patriarxê sîyaseta Sovyet û
Rûsyayê a derveye û bi teybetî jî rojhilata navîn her weha yek
ji siyasetvanê Sovyet-Rusyayê ên pirsporê pirsa kurdî ye jî..Ew
qismê li ser pirsa Kurdî di pirtûkê de, behsa hevditinên xwe bi
Mustefa Barzanî re, bi serokatîya Kurd a we demê re, tekilîyên
Kurdan ên hundir û derve, tekiliyen Kurda bi iraqe re û pirsa
kerkûkê, ew qismê li ser pirsa Kurda ji bo ku ji alî Kurda bê
zanîn min ev ji zimanê Rusî vergerand kurdî hevîdarim we balkêş
be ji bo xwendevanan
Yevgenî Prîmakov Ki ye?Di
pirtûka xwe de ew xwe dide naskirin.
”Min ji zude dixwest li ser rojhilata navîn pirtûkekê binivîsim
û teqrîben nîv qirnî ez pê mijûl bûm.Wek rojnamevanê Pravda,
alim, sîyasetvan, serokê du Înstîtûtên lêkolînê wek Înstîtuta
rojhilatnasîyê û Înstîtûta têkilîyen navnetewî û ekonomîya
cihanê, Serokê Istixbarata li hember Derve a Rusyayê, Wezîrê
derve,s erok wezîrê Rusyayê û endamê Parlemento. ”
Beşê XVI I
Epopeya (destana) Kurda
Ne
raste ku mirov bihesibîne wekî ku Yekitîya Sovyete dixwest
tekilîyen xwe bi iraqê re bes piştî înqlaba eskerî a temuza 1968
ku li vî welatî çêbû xweş bike. Pîştî guhertina seroke vî welatî
Ebdulselam Arif e ku biraye wi hatibû sûna wî, tevî kuştin û
lêdana hêzên çep ne bûbû (Dosya wî paqij bû. werger). Ji
gringîya Iraqê a li mintiqe Komara Sosyalîst a Yekîtîya Sovyetê
hinek gavên ku nêzîkaya iraqê bikin, avet.Gelek ji van gavan ew
bû ku Begdadê û tevgera Kurdî a ku bi tevayî kontrola bakurê
welat dikir nêzî hev bikin.Mosko terefdar bu ku pirsa kurdî bi
aşîtî bi careserkirin.
Hevdîtina pêşî a ku bi Melle Mustefa Barzanî re

Teybetmendîya rewşa hebû û tekilîyên dostanî yên kevn bi seroke
tevgera netewî a kurd Melle Mustefa Barzanî re ji bo yekîtîya
sovyetê rewşek baş ava kiribû.
Diroka vî mirovî gelekî interesante.Hîn dema zarokbû 1905 de bi
dîya xwe re ketîye hepse, wê demê birayê wî yê mezin serokatîya
serhidana li dijî hukmê Turkîye dikir. Di sala 1914-1916 de hîn
xortê nuhatî tevî şer dibe. Di sala 1931 de bi brayê xwe yê
mezin Şêx Ehmedre tevî şer dibe û leşkerên hukmê Begdadê ji
devera eşîra Barzan derdixin, bes piştî ku hêzên ezmanî ên
Ingliz bi teyaran tên alîkarîya leşkerên Begdadê tevgera Kurd
têgdibin.Melle Mustefa tê girtin û 11 sala li surgûnê derbas
dike. Di sala 1943 de bi dizê vedigeri herema xwe û ji nuhde
dest bi xebatê dike. Ew bi ser dikeve û Nurî Seîd serokwezîre
Iraqê yê wê demê şertên Kurda qebûl dikke.Lê piştê 2 salan bi
alikarêya Inglîzan hucûmî ser hêzên kurdan dike.
Dema şere cîhanê yê duemîn li ser terîtorîya Îrane Cumhûrîyeta
kurdî a Mahabad hat avakirin-Melle Mustefa bû wezîrê Eskerî (parastinê
werger). Piştî dawîhatina şer ordîya Sovyetê ji axa Îrane derket
û cumhûrîyeta Mahabad jî ji ortê rabû. Barzanî bi 500 şervana ve
ku piranîya wan ji eşîra Barzan bûn ji hudûdê Îranê derbasî
Sovyetê bûn. Şervanê kurda sîlehên xwe danîn û hinek ji wan li
Azerbeycanê bi cîh bûn ên mayî li Asya navîn.Barzanî li Yekîtîya
Sovyetê di bin bernavê Mamedov de jiya. Hatina Barzanî û
şervanên pêre ne hat pir eşkerekirin. Ne Barzanî û ne ên pêre
hatibûn tu kesek ji wan tu carî li ordîya Sovyetê bi tu awayî
eskerî nekirine. Ji bo ew gotinên kû bela dibin ku Barzanî
Generalê Ordîya Sovyet bû ji serî heta dawî derewin.Ev gotina bi
epîzodekê (serpêhatîyek.werger) ve grêdayîye di netîcê de
Barzanî bi xwe ji min re got deme kê kû li Mosko bu ji Vayentorg
(dikana ku cil û caw û tistên eskerî ên din difrose) Kincê
generalê Sovyetê kiribu (wê demme mirov dikaribû ji vayentorgê
bikirîya) û resme kî xwe pe kişandibû ew resim ketibû deste
îstixbarata Inglîz.
Guhertin di jîyana Barzanî û hevalên wî de pîştî mirina Stalîn
çêbû. Ji gotinên Barzanî ên li cem min qeyd kîrî (Barzani bi
Rûsî dipeyivî lê ne Rûsîyek gelek baş, min gotinên wî kiriye
zimankî literatûrî) ” Ez hatim ber deryê Spaskî ( navê derîkî
Kreml) ê Kreml û min li derî xist Ofîtserekî (esker) ciwan li
hev hatî pirsi: çîye tu li derî dixe? Min bersîv da ”ev ne
Barzanî ye li deryê kreml dixe a şoreşa Kurdî ye”. Li ser gotina
Barzanî paşê ew ji alîyê G.M.Melnikov de hate qebûl kirin û
piştî dîtina wan bi hevre Barzanî şandin dibistana partî a
bilind (Dibistana partîya komunîst a Yekitîya Sovyet a bilind) û
hevalên wî sandin dibistanên navîn. Hemû li Yekitîya Sovyetê 12
sala man. Piştê serketina şoreşa Iraq ê a sala 1958 Barzanî
vegerîya Iraq û li wir ji ber gringîya Barzanî a ji bo Kasim û
ji bo paraztina yekîtîya navbera hukme nuh û kurda Barzanî bu
wekîle reîsêcumhûrê cumhûrîyeta Iraqê. Lê piştre têkilîyên wan
dîsa xera bûn û Barzanî çû bakurê Iraq Kurdîstanê, û ji nuh de
şer di navbera Kurda û hukmê Begdadê de destpê kir.
Şerê gelekî xurt di dema Arif de bû û heta dema destpêka ku birê
Arif bû reisêcumhûr.Di temûza 1966 reisêcumhûri nuh Arif û
Barzanî ji bo aşîtîyê li hev kirin. Şerê mezin sekinî lê cih cih
pevşûn çê dibû.Di vê demêde ji redaksîyona Pravda (ji Mosko
werger)ji min re emir hat buroya pravda a Qahîrê (paytextê Misir
werger) ku ez biçim bakure Iraqê.
Barzanî nehatibû îzole kirin.Mirov dikarîbû Barzanî bidîta, her
weha rojnamevana ji dikaribu Barzanî bidîta,lê hemû dihatin
bakurê Iraq di rîya Îranê de.Wek rojnamevanekî yekemîn ê Sovyetê
ku dixwest Barzanî bivîne, min nikarîbû haya hukumeta iraqê jê
cênekim, ji berku hevdîtinek bê kû haya hukûmeta Iraqê ji heba
çêbûba wê ne maqûl ba ji ber ku me dixwest Hukûmeta Iraqê û
Barzanî nezî hev bikin.
16
desember 1966 reiscimhur Arif ez qebûl kirim berya we min
bersivê pirsên xwe bi nîvîski ji wî wergirti bu. Hevpeyvina min
bi Arif re ji bo ku di Pravda bê belav kirin. Arif di hevpeyvinê
de got ku yek ji pirsên girng ewe ku li bakurê Iraqe aramî
çêbibe.Li ser ve bersiva Arif min got tu ci difikire ku
rojnamevanekî sovyetî be ku rîya Îranê bi kar bîne karibe biçe
Kurdîstana Iraqe, ji ber ku em dihesibînin Kurdistana Iraq
perçak ji Iraqe ye, wer diyar bu argumentê min tesir li Arif kir
u wî emir da wezire parastinê ê Iraqe ji bo ku min bighine
Kurdan, teferute ve çûnê gelek in li bi 2 serbaze ordiya iraqe
re û bi makînanak eskeri bi esker ve em çûn bakur. Yek ji
serbazê bi min re bun hin berya biçim li ambasada sovyete a li
Begdê ji min re gotin biraye wezire parastinê ye û ye duda min
bi xwe fem kir dema em di çûn bi rev de min û Saşa Zatovî
tercumane sefaretê bu piştre bu sefire Sûriyê, me nukte digotin
(henek dikirin werger) em gelekî di kenyan we demê yek ji
serbaza ji xwe ne girt bi mere kenya we demê min fêm kir ku ew
ji bi rusî di zani.Dema wê vegeryana ez û wi bi tenê di erbê de
man û min jêre got bese çi tu xwe li ehmeqi datine.
Bi
kurda re di riya lasilki (telsiz) de têkilî kirin, bersiva
Kurdan gotin Makîna (seyare) eskerî ji wir bibin, le her du
serbaz berdan û em çûn zivistangeha Barzanî, heta we demê hîn tu
berpirsên hukûmeta begdaye ne hatibun we derê.
Û
nuha em li Kurdistanê ne.Ji alîyê Lirik (edeb) de min xwe
negirt.Li vî cihê xwşikbuna wek di çîroka de 2500 sal e miletê
ser bilind û azadixwaz Kurd dijin wek carna ji wanre dibêjin
”Rîtsarên rojhilat”.Tiştên ew pê serbilindbin hene, yek jê
Selhedin (Selhedinê Eyubi werger) ewê ku xaçparza nikari bun wî
bişkînin,lê ji aliyê din ve Kurd buna Nuri seid bi wan geleki ne
xwoş bu. Lê çi tabîet. Ev çîyayên ku dighên asimana, gum guma
dengê ava paqij distirê, gulên reng a rengi ku li hevkirî, berfa
sipî ku li serên çîya, qişên di rengê bronz de, gihaya ku rengê
şîn ê tarî erd wek xlîçê xemilandîye,mirov dibêje qey ev Tehtên
mezin xususî ji bo parastina vê xaliça ji gihayê ye ku nehêle ba
bi ber xwe ve bibe.Ev giha ciwan ku ku ji jorde ji serê qiş de
heta ku digheje erdê mirov dive çawa ew giha weha li ser qîş di
kare xwe bigre, Tiştên balkş ev darên rast ku wek hevin.wer
ciwane Kurdistana Iraq.
Makîna me di rêyek pir teng de dihere em di Kevin gelîkî pir
teng kû dirêjaya wê 12 km (kêlometre) ye jê re dibêjin geliyê
Elê Beg. Rêya çar alî: aliyê rastê Rewanduz, aliyê çepê Diana, û
rast (direk) Hecî Umran, heta hudûdê Îrane.Em rast (direkt).qerekola
ordiya Iraqe a dawi erebe berda.Ji vir peve tu esker an
kardestên hukumeta Iraqê nîne.Ve heremê hêzên Kurdi ên Melle
Mustefa Barzanî kontrol dikin.
Makênak Wilis bi 3 çekdaran em pêşewazi kirin:endamê komita
navendî partî Demokratî Kurdistan Sami, yek ji li ser nave
barzanî û şufêrê makînê. Me silav li hev kir û makêna wilyes da
pêşîyê ji bo rêbertîye.Piştre di rêya xaçrêkande û di nav teht û
qişan de, bi rêv de Sami ji minre got li vê derê çend pêşmerga (Şervanên
Kurd vî navî li xwe dikin) ”Berê xwe dan mirinê” û li hember
Alayek iraqî şer krin û ew dan sekinandin.
Barzanî pêşewaziya min bi du kurên xwe - Idris û Mesud ve kir.
Mesude 17 salî wê demê berpirsê radio bu. Min bi
xwe re ji bo zarokên Barzanî du seetên me yên destan Palot wek
diyari biribû , le dema min di destê wan de seetên rolex dit ez
hinki şaş bum. Melle Mustefa Barzanî ez bi gelek kêfxweşî
pêşewazî kirim. Derhal em dewetî xaniki ji axê kirin, li wir
sobak ku li ser tekeran ku ezing tede dişewitîn û paçek bi
tawana xani ve li ser pehnaye giredabun ji ber ku xani dilop
dikirin, li derve ji berf û baran bi hevre dibariyan,di nav re
carna ]iva xwe li wî paçî di xist ji bo ku ava dilopan tekeve
bidone danubun bin paç.
Li erdê Xalîçe hebû û xwarin danibû.Bi mere herdu
serbazen Iraqi ji runiştibûn,yekî ji wan li min û Barzanî guhdar
dikir sohbeta me bi zimanê Rusî bu .Lê min ji Samî re gotibû ku
ji Barzanî re beje yek ji van serbazana bi Rusi dizani, ji bo wê
jî sohbeta me bi zaneyî bu. Barzanî ji min re got 'Li Bagdade
tev diz û pêxwas in (eyn weha got), lê yek mirove baş û rast
heye ew ji wezêre parastinê ye”. Bê guman ev gotin hemû ji bo
birê wezîrê parastinê ê ku li cem me runiştibu.
Hevdîtina me ya esasî dema nivê şevê, du kesên
çekdar ku ez ji xew rakirim û birim xanî kî din. Barzanî ez
hembêz kirim û got ”Yekîtîya Sovyet- Bavê min e”. Barzanî got,
ew bi pêşneyara îtîfaqê a Yekîtîya Sovyetê a aşîtîyê re ye, lê
bawerîyê bi Bagdadê nine, li Bagdadê extrîmîst bi xurtî li
hember îtîfaqa li hevhatinê a ku hukûmetê bi kurdan re kîrîye
disekinin.Her weha berdewam kir û got; Her dem tirsa me a ji şer
nahêle em bala xwe bidin ser xweşkirina jiyana xelkê (Min bi xwe
dit çawa Kurd dijîn ,malê wan behtir li ber çîyanin,xanîyê wan
ji herîyê û keviranin , herdem ser xanî gundor digerînin ji bo
xanî dilopa neke.Elektrîk tuneye di malê de lampak gazê û
hesirek li ser erdê ax heye)a Begdad naxwaze alikarîyê bike,tevî
ku Begdadê soz dabun alîkarîye bikin.
Li ser pirsa min a ku têkilîyên we bi Îranê re
hene-li cem me ispat hebu ku Barzanî bi dizî çûbû cem şah- bê
teredut û vekirî bersîv da ”Ez naxwazim veşêrim ma ez çi bikim
dema yek derî tenê ji min re heye kû ez karibim bi dinyayêre
bidim û bistînim ew jî deryê Îranê ye ?” Ji bo min a herî grîng
bersîva Barzanî a li ser pirsa min ”Hûn çawa duwahatina Kurd
dibînin, hun dizanin ku gotin hene ku Kurd dixwazin ji Iraqê
veqetin ”
- Evêya dujminê aşîtîyê en li ser axa Iraq di
derheqê me de wer difikirin.Heta hukûmeta Iraqê bi xwe ji me re
bê veqetin em venaqetin.Ev welatê me ye.Lê Kurd dive xwedî hemû
maf bin, wek Ereban.Hemu şer li ser vêya ye.
Di
sohbeta min û Samî de min fêm kir ku berya em bên wir bi çend
rojan pêşmergeyek kiribûn hepsa partîzanî- xanîkî ku deryê we
girti ku çekdar diparêzin. Wî gotinên dijê Ereban gotibu – Samî
got. – digot na wî de (pêşmergê girti werger) tiştên rasîzmê
hebun.Em rê nadin tu kesî ku cewherê tekoşîna me biguhere.
Kurê Barzanî Îdrîs ji min re got hêzên ordiya Serhiladanê esas
ji Kurdan pek te li di nav me de Asurî û Ermenî jî hene.Yek ji
Amirhêzeê şoreşê Ereb e amir hêzê batalyona Komunîsta ye. Ev
batalyon ji endamên partîya Komunîst a Iraqe ji Kurd û Ereban
pek hatîye di sala 1963 de ew ji ber hukumeta Iraqe hatibûn
Başur.

Karê min Dewam Dike
Çûna min a duda bakurê Iraqê piştî guhertina hukum li Begdad ê
di wextek kinde çêbu.Hevditina min a bi Barzanî re dida redan ku
hêviyek pir bi çûk bi Barzanî re çêbûye, ku berpirsên hukumeta
Iraqe yê nuh we bala xwe ji ê kevn bêtir bidin çaresrîya pirsa
Kurd- ji ber ku pisti îtifaqa bi Arif re cih cih ser berdewam
bu.Duwarojê çawa be? Ev pirs di hevditinê min a bi serokê Kurd
re pirsek grîng bu. Barzanî û hevalên wi ji rewşa heyî a tevayî
û rewşa hundirê tevgera Kurdî ne rehet (qeleq) bun. Di vê demê
de hêzên pêşmerge ne tenê şerê ordîya Iraqe dikirin, her weha
şerkî berfireh bi hêzên çekdar ên Celal Talabani re ji
dikirin.Barzanî bi nefret ew bi cehş (di zimanê Kurdî de yanî
Ker) nav dikirin.Begdadê bi zanebun Perçebûna di tevgera Kurdi
de bi kar di anî, gelek caran bi destên xerîb bi kar dianî.
Mosko biryar da ku çûna rojnamevanê Pravda a kurdistana
Iraqê divê berdewam be.Di dema kin a peşîya me de we rewşa Iraq
ê bi Ereb û Kurdê ve we çawa be?- ji bo pirsek weha ne rehet
cara duda ez çûm bakurê Iraq herema Kurd.We care Makînê Eskort (qesda
wî makînê hukumeta Iraqê ne. Werger) bi min re tunebun, makînak
bi şuforekî-Kurd hat devê otela ez lê bum u ji wir me berê xwe
da bakur.
Di rê de min bala xwe da der dorê, hertişt hatibu
guhertin li gor dawîya 1966. Edî mirov dikare bêje zivistan
nemaye, tavê dabu serê çîyan û qîşan û ji we mirov rengî şînekî
vekirî û zerê vekirî di dît.Tiştê zivistan di anî bira mirov bes
ava wek buzê cemidî ku di geliyan de di herikî de bu. Makîna me
Landrover di wextek kinda ji alîkî çem derbasî alîye din bu,
sureta makîne bes di viraca û li ser piren dirêj kem dikir.
Şofêr geleki aram (sakin) bu, di destpeka gelî de em berdan,mena
we ji hember makîne nayên.
Şufêr – xortekî dirêj li hev, Kurd bû porî wî reş
bu le çavên wi şîn bu-makîne baş dajot.Wî dirksonê makîne baş
girtibu û ji alîkî din de jî pêre çekek (silehek) bi jarjora ve
hebu.E em birin bakur pêşmerge –şervane ji hêzên Mele Mustefa
Barzanî bu.
Min hefteyek gelek xwoş derbas kir.Min hev ditin
bi Bazanî û zarokên wî her weha bi endamen komîta nawendî a PDK
û bi gelek pêşmerga re kir. Hema bi yek dengî li ser riyen
careserîya pirsa Kurd disekinin û dixwestin pirsa ku bû ye
sebebê hezaran kuştin û perişanî ya xelkên Iraqê çareser
bibe.Heger her du çûnê min ê pêşî bes ji bo naskirin û
rojnamevanî bu lê çûne min ê paşê êdî wek ji bo navbençîtîyê bu.
Berya çuna xwe ya sisyan
li Begdadê min hevditin bi Sedam Husên re kir,
ewe ku di hukûmeta Iraqê de bûbû berpirsyarê têkilîyen bi Kurda
re. Hin berî ku mewqifê xwe diyar bike Sedam pirsa Kurdi wek
derencakê ji bo karibe di hukumde bilind bibe didît. Evêya
rewşeke ne xerab ava dikir ji bo ku Kurd bi karibin atonomiya
kamil di hundirê Iraq de bi dest xin.Ev her weha fikra sefîre
Sovyetê e begdayê F.N. Fedotov jî bu. Di hevdîtinê de Sadam
mewqifê ku kare bi Kurda re li hev bike diyar kir û ji min re
got tu dikare ji Barzanî re bêjî ez amade me gelek tiştan bikim
ji bo kû tekilîyên Ereban û Kurdan bighêje dereca li hevhatinê.
Di hevditina min a bi Sedam Husen re a ku 23
.01.1970 de, Sedam behsa lazimbuna dan û stendinê bi ”brayen ku
di bin serokatîya Barzani dene”,”ji bo garantiya atonomî ya
heqîqî ji Kurdan re”. Lê bê bawerî ya çêbuye dikare bibe asteng
li peşîya vê prosesê. Lê Sedam got, tişten di demên derbasbûyîde
çêbun berpirsîyarê we bi temamî ne partîya Bees û ne jî Barzanî
ye. Lê belê xwîn hate rijandin, ji bo em bi karibin bawerîyê di
navbêna xwe de ava bikin, dive nêta baş û em karibin şexs û
grûpên xwedî mewqifê exstrîmîstin bi sekinînin, ev şexs û grûp
di herdu alîyan de jî hene.Ev tiştanê han hêvî didan û ji alîkî
din dihîşt ku li hember Sedam mewqifekî pozîtîf be stendin, her
weha Sedam got ez dixwazim tu dem dem karibe biçe Kurdîstan.
Mirov dikareê bêje ji 1966 heta 1970 yekemîn
berpirsyarê Soyetê bûm ku min Barzanî dem dem didît. Havîna ez
li holika dijîyam û zivistana ez li xaniyen ji kevir û axê
dijîyam.Her weha Viktor Viktorovîç Pasûvalyûk û Oleg Gerasîmovîç
Peresîpkîn jî li gel min bun,lê berpirsyarî li ser milê
rojnamevanê Pravda bu. Me hemû tişt dikirin ku em Hukûmeta Iraqê
û Kurda nêzî hev bikin, ji bo em karibin tesîrê li Barzanî bikin
Samî (navê eslî Mihemd Mehmud Evdirehman)û Mehmûd Osman ku bi
navê Doktor Mehmud tê nas kirin gelek bun alikar
Mehmud Osman bi rastî doktor bu xwendina tip
xelas kiribu û di bu alikar ji nexweşa re, henek dikir di got
işareta min a rojçêbûnê derzî û tifing e.
Yek ji wan kesê ku di nezîkbuna herdu terefan de
rolek pozîtîf lîst,mirovê mutewazî, zana û sempatik ,xwedîye
xelata Lenîn a aşîtîyê Ezîz Şerîf bû. Di vê demê de ew ji
mihacirtiyê vegeryabû û bûbû endamê Hukûmetê. Ez difikirm bi
insîyatîva Sedam dawîya sala 1969 Ezîz Serîf Kurdistan ziyaret
kir. Piştî wî bi demek hindik ez dîsa çûm Kurdîstanê.
Ev dem tam dema ku êdî qedera itfaqê li ber
îmzekirinê bu. Breya çûna me bi tiştekî hindik delgasyonek ji
Begdadê hatibû Kurdîstanê û li ser hinek nuqte li hev kiribûn. A
herî muhîm wek prensîp li ser Otonomî li hev kribun, lê hin wê
Kurd çawa di hukêmeta Begdadê, di Ordîya Iraqê de, cîh bigrin
hin ne gihêştibûn îtîfaqekê, pirsa duwaroja Kerkûkê, Pêşmerga û
tarîxa ilana Otonmî vekirî hîştibûn. Barzanî, Ezîz Şerîf û ez me
navroj dixwar û me hersîya şûşak konyaka Îranî vexwar, Barzanî
gelek rehet û vekirî di peyivî û qedehek konyak hilda ji bo
xelkê Rusî û yekitîya Sovyet vexwar. Vekirê digot li ser Tawsîye
(gotina) Yekitîya Sovyet min bi Begdadê re dest bi dan û
stendina kir, yek ji wan tawsîyan wî digot eve ”qebulkirina dan
û sten din bi xwe we mewqifê Kurda û PDK xurt bike”.
Piştî navrojê sohbeta min bi Doktor Mehmud re ji
ber ku doktor Mehmud serokê delegasyona Kurda ji bo dan û
stendin bi Begdaye re bû,û bi Ezîz Şerîf re ji ber ku ez û wi di
xanîkî de diman û bi gelek Kurdên e dî min ew baş nas dikirin re
mi fem kir ku ev kar ne weha rehet e. Ez û Ezîz Şerîf wek hev
difikirîn, me digot lazime kurd nuha di pirsen hin ne hatine
helkirinde israre nekin a muhîm dan û stendin dewam bikin û ji
bo veya jî delegasyonek xwe bişînin Begdad, ev pêşneyara me hate
qebul kirin û li Begdadê min delegasyona Kurda li sefareta me
(sefareta Sovyet.werger) peşewazî kir. Pir xerîb bu ku dema min
Îdrîs, Mesud, Doktor Mehmud û Samî bi takimî kinca û kravat
dit(qesda wî eve kû wî herdem ew bi kincên pêşmerga ve
ditibû.werger) ev di 6 sibatê sala 1970. de. 14 mehê me dîsa hev
du li sefareta Sovyetî a begdadî dit. Di vê nabenê de di dan û
stendinan de li ser hinek xalan îtîfaq hatibû kirin, bê guman di
îtifaqê de tesîra me li ser herdu alîya jî hebû.
Li ser pirsa Kerkûkê Kurda kompremisek weha qebûl
kirin ku Kerkûkê we bi ser herema Kurdistanê vebe lê petrola we
we di destê hukûmeta merkezî debe.
11 adarê 1970 de reîscumhûrê Iraqe Bekir di radîo
û televîzyona Begdayê de deklerasyone (beyana) aşîtîyê a ku mafê
Kurda ê otonomîya netewî di çarçewa Iraqê de nas dike, xwend.
Miletê Kurd wek Ereban bun yek ji milletê Iraqê yî esasî, wekîle
reîscumhûr dive Kurd be, di hukumeta Begdayê de 5 wezîr we Kurd
bin. Ev hemu cara pêşin di dîroke de dibin.
Dokûmenta kû navê we programa 11 adarê 1970 li
tevaya Iraqe bi kêfxweşî hate qebul kirin, bi hezaran Kurd li
dora Kerkûkê agir dadidan û kef dikirin.Roja îlana sekinandina
şer li ji bakure iraqe bi Kurdan re, di mitinga li meydana El
tehrir li Begdayê ji însana te ax bavêta erdê li erdê ne
diket.Li kêleka reîscumhûrê Iraqe A.Bekir, zarên Barzanî Îdrîs,
Mesûd û Doktor Mehmud hebûn.
Lê pir heyf pîştî demekê têkilî bi Begdayê re disa xera bûn û
dîsa ji nuhde şer dest pe kir.
Xatir ji Kurdistanê xwestin
Di rewşek weha de seferk min a Bakurê Iraqe din jî çêbû. Berya
we 22.01.1973 li Begdadê min Sedam Husên dit û wî bi israr di
xwest ez Barzanî bivînim. Sedam digot ew dikare xelet te bighe
ku tu 3 sale li Begdayê ye û naçe wir, em naxwazin Barzanî şaş
te bighe ku Yekitiya Sovyet edî wi muhim nabine, em gelek qîmet
didin vî kare Yekitîya Sovyetê ku tesîrek pozîtîf li ser Barzanî
dike. Sadam got, ez nuha emir didim ku teyarek te bibe heta
Kerkukê û helîkopterek ji te ji Kerkûkê bibe heta Rewandûzê.
Ez vegerim dokumentê xwe. Li Rewandûzê berf heta
çongê ye. Makînak ku şofêrê wê Kurd hate heta orta Alayek ordiya
Iraqe em ji wir sar kirin , ev naye wê mehnê ku orta kurda û
hukumeta Begdaye xweş e, bileks. Em hatin qereqola pêşî a
pêşmerga , wek demen berê dema orta wan ne xweş bu kontrol
dikirin.Em gihan cihekî ne pir mezin çûn mala Îdrîs û
mesûd.Mirov his dikir ku Îdrîs qeleqe(acize.werger)bi teybetî
dema Barzanî hat ev bêtir eşkere bû ez û Barzanî çend seeta bi
Rusî bi hevre di peyivîn Îdrîs Rusî tê ne digihîşt , dema Îdrîs
got,” tu îspat tuneye kû hukumeta Iraqê nîyeta wê ya itîfaqe pek
bine heye” ji minre ev gotin ne pir xerîb bû ji ber kû cihetekî
emîn ji min re got ku hemû tekilîyên bi Îranê re di rîya Îdrîs
de tê kirin.
Bi ya min du tiştên ku di navbera Barzanî û Sedam
Husên de ku Barzanî şexsî aciz dikir hebun.
Ya
pêşî Melle Mustefa bi xwe ji min re got. Grupek Şêx hatin cem wî,
wî pêşewazîya wan li bin kon kir, yek ji wan şêxan rica kir ku
gotininê wan li teypek portatîf qeyd bike ew teyp dor çend
kîlogram bû di we teypê de bombe hebu, şufêre otobusê ku
muxaberatê Iraqe bu di otubose de rûniştibû û dema ê şêx teyp
derxist wî ji otobusê ew teyp bi taqandin da di we demê de yek
ji pêşmergan xwe nizm kiribû ku kehwe bide barzanî di esnayê
teqandine de ew ji Barzanî re bu sîper û hat kuştin. Barzanî
dewam kir û got ehmeqê parêzgerê min hemû şêx û şofêrê otobusê
kuştin. Me nikaribu êdî tehqîqa ve buyerê bikin, lê ez bawer im
Sedam Husên ev kir.
Tiştê duda bi kurê wî yê mezin Ubeydulah ve grêdayî ye. Hin di
hevditina min ya pêşî bi Barzanî re Barzanî ji min re got ku wî
Ubeydulah girtîye u difikire wî bikujin, ji ber ku wî rê ya meyî
ku em alikariya madî jê werdigrin ji dujmin re vekirîye. Min jê
re got, belkî Ubedulah ev ne ji dujmunatîyeke kiriye ji şaşîtî
kiriye .Nizanim gotina min tesîr li barzanî kir, le Ubedulah ne
hat kuştin u ji ber nexweşîya wî ya apenditsîte îzin danê ku
biçe Begdadê û Ubedulah ji Begdadê venegerîya, her çuqas çend
caran ji Begdadê ew xwestin jî lê hemu caran tu bersîv ji
Begdadê nehat. Min di derheqê Ubedulah ji Tarikq Ezîz pirsî ,wî
ji min re got ” me gelek caran ji Barzanî soza ku wê Ubedulah ne
kuje xwest le Barzanî ev soz tu caran neda me .Min fêm kir ku
lazime em mesella Ubedulah nekin bazar e, Ubedulah kurê wî ye û
ew ji serok eşîre”.
Di
vê demê de tiştê herî Begdad û heta vê dawîyê yên me jî ne rehet
dikir xurt buna tekilîyên Barzanî û Şahê Îranê ku Emerîkî li
pişt wî bun. Me informasîyon ji cihê emin girt kû hin kes li ser
navê Barzanî çûne Tel ebîb (Îsraîl.werger).Îsraîl dixwest
problema Kurdî li dijî dujminê xwe Iraqê bi kar bîne, hinek pere
dan Kurdan, le ne gelek pere bû. Pirsa min ya raste rast ji
Barzanî re a ku li ser tekilîyên wan bi Şahê Îranê re, wî bersîv
da min ji bo nan min li derîkî xist nan nedan min (qesada
Barzanî Iraqe.Y.P) ma ez ji birçîna bimrama?, min li derîkî din
xist.
Ma kî gunehkar e- ez ya ê kû nan ne da min?.
Barzanî înkar ne ikir kû sîlehan ji Îranê verdigre, digot em
dest bi şer nakin lê lazime em amade bin ji paraztine re.
We roje bi Barzanî re heta derngê şevê em
rûniştin. Piştre ew bi çend makîna ve ku paraztina wî dikirin çû
, û ez û Doktor Mehmûd gihan hev û wî (Doktor Mehmûd.werger) ji
minre rica kir ku em tesîrê li Barzanî bikin ji bo disa nezî
Iraqe bibe, em bi du parêzgehan re digerîyan, lingê me di berfê
de wenda dibû.Em vegerîyan razên, yek ji parêzgeha sobe dadida,
jibo ku me ne pir germ be carna pace vedikir.le her gav ez ji
serma ji xew şîyar dibûm, tevi ez bi kincen hirî en sporte ve
radizam.
Dewleta yekgirtî a Emerîka dikare hesaba li ser
bikaranîna faktora kurda bike?
Di sala 1975 de disa şer di navbera Kurda û hukûmeta Iraqê de
dest pê kir. Berya vê bi salekê di 1974 de Begdadê kanûna numra
33 a ku avakirina otonomîya Kurda qebul kir. Ev qanûn bi Barzanî
ne xweş bû ji ber ku heta ve demê ji li Kerkûkê Kurd mecbr
dikirin ji kerkûkê derkevin û şûna wan ereb dianîn.Ev şerê dest
pê kir ne şerekî ku Kurda di xwestin ji Iraqê veqetin.Hêvîya kû
hin bi karibin bi Kurda re li hev bikin mabû, ji ber kû Kurda tu
xebateke ku ji Iraqê veketin ne dikirin, heta di şerê Iraq û
Îranê de ku tevî ji alî Hukumeta Iraqê ve silehê kîmyawî jî li
wan hat xistin nêtek wana ku ji Iraqê veqetin çênebû.
Kurdên Iraqê tu carî ji Iraqê veqetandin ji xwere
nekirin kar, heta di demên ku hukumeta Iraqê pir zeîf bu ku
nikarî bû serê kurdan bikijî kurdan pirsek weha ku ji Iraqê
veqetin neanîn rojewê. Ev di demen şerê Kendavê de dema Iraq bi
ser neket an dema Iraqê hêzên xwe bi Başurê Iraq ku li diji
serhildana şîîa bi kar anîn. Kurda di we demê de kontrol li ser
hemû heremên ku lê dijin kirin, wek Mûsil, Erbîl, Sulêmanî u
heta demekî Kerkûk jî. Pirsa veqetandinê piştî 1991 ji ne hat
rojewê, dema ku Konseya Ewlekarîyê ya yekîtîya miletan a biryara
”herema ewlekarîyê”a di paralela 36 a bakur –ji vê heremê hemû
ordîya iraqê vekşîya.Pişti van tiştan hilbijartin ji meclîsa
netewî çêbû u Hukûmet ava bû. Ev tişt hemu di bin şîara ku Kurd
ji Iraqe venaqtin û ji ”Kurdistanêre otonom'ya kamil”. Ve xeta
weha a tevgera Kurdî him ji alî Yekîtîya Sovyetî piştgirî didît
û him jî ji alî Federasyona Rusyayê jî. Ji ber ku ew texmin
dikin kû wêhilweşandina Iraqê çi tişten negatîv ji bo rojhilata
navîn bi xwe ra bîne.
Lê piştî şerê Amerîka li dijî Iraqe ê sala 2003
di tevgera Kurdî de fikrên cuda bûnê xurt bûn. Waşîngton bi du
tiştên zehmet re hat beramberî hev. ya we piştgirîya cuda bûna
Kurdan bike, Iraqê bine rayê u perçe bike. An ji wek ku Emerîka
nuha we dixwaze Kurdistana Iraqê di nav Iraqê de bihêle û bi
piştgiriya Kurdan interesên xwe bi parêze. Ji ber ku Piştgiriya
avakirina dewletk Kurdî dikare bibe nakokîyek cidî di navbera
Emerîka u hevalbendê we yî NATO Turkiyeyê de.
Piştî salên 1965 di tevgera Kurdî de pêşî xîlaf
paşê jî perçebûn çêbû. Hîn dema hevdîtina min ya pêşî li
Kurdistana, sekretarê PDK Hebîb ji min re got Celal Talabanî
(reîscumhûrê Iraqe yê nuha) û hevalîn wî ji partîye hatine
avêtin, ji ber karên wan yên xerab”. Piştî ” programa 11 adarê
1970”, Talabanî rêxistina xwe fesix kir û vegeriya nav PDK.
Serhildana Kurda a li dijî kanûna Numra 33 ji
alîyê Begdadê ve hatê rûxandin.Barzanî çû Îran piştre çu
Dewletên Yekgirtî ên Emrîka u di sala 1979 de li Emerîka vefat
kir.Û Talabanî ji nuh de disa ji PDK veqetîya.
Piştî salên 1975 Li Kurdîstanê du Hêz hebun- PDK
bi serokatîya Kurê Barzanî Mesud û Yekîtîya Niştimanî Kurdîstan
a ku Celal Talabanî avakiribû. Heta salên 1995 tu nêzîkayî di
navbera van herdu hêzan de çênebû, tevî ku mirov digot wê Şerê
Iraq û Îrane wê herdu hêza nezî hev bike. Hîn di destpêka salên
1980 de di navbera Hêzên PDK a Barzanî û YNK a Talabanî şerên
xurt hebû . Bes piştî zeîfbuna wan a li hember ordîya Iraqe
herdu hêzan dest bi dan û stendinê kirin u di sala 1992 de
palementok ku 50+50 li hev payê kirin û hukûmetek koalîsyon
avakirin, lê vêya dijberîya herdu alîyan nesekinand.
Heta Dewetîya Emerîkaye a ku di sala 1998 de ji
Mesud Barzanî u Celal Talabanîre sandin u li Emerîkayê itifaqek
di navbera herdu hêzan de avkirin ji nebu alikar ji dijberîya
herdu hêzan.
Emerîka di xwest ku Kurdistan xurt be ji bo balansa li hember
Begdadê. Heta sala 2002 fiilî li Kurdistanê du hukûmet hebûn,Bes
di dawîya 2002 de berya ku hêzên Emerîkî dest bi operayona li
diji Iraqê bike, hukûmetek yekgirtî ava bu.Tevî ku Kurda di
operasyona Emerkayê a li dijî Iraqe piştgiriya Emerîkayê kirin
jî lê Mesud jî û Talabanî jî di beyanê xwe de ê di derheqê
operasyonêde bi hezir bûn.
Pêşmeraga cîh cîh bi hêzên Emerîkîre tevî operasyonên li dijî
ordîya Iraqe dibûn.Di adara 2004 de li bajarê Selhedîn herdu
hêzen Kurd konferansek li hevhatinê li dar xistin.Kurd bûn hêza
esasî ji bo Emerîka ku bikaribin hukûmeta muweqet li Begdadê ava
bikin û avakirina yasa ya Iraqê pêkbînin. Di dawî de li hev
kirin ku Celal Talabanî bû reîscumhûrê Iraqê û Mesûd Barzanî bû
serokê herema Kurdîstan.Lê ev hemu hîn ne dîyare ku we pirsa
Kurd li Iraqê u siyaseta ku Emerîkîya kurd ji xwe re kirine esas
li iraqe wê çawa be. Bi teybetî piştî ku Emerîkî hêzên xwe ji
Iraqê vekşîne. Barzanî hin wek berê kontrola heremên çîya-bajarê
Erbîl û Dihok dikin û Talabanî kontrola deştê- Sulêmanîyê dikin.
Hîn di rastî de yekîtîya hêzên cekdarên Kurd çênebûye, di
konrola Barzanî de dor 15 hezar şervan û dor 30 hezar jî
çekdarên ji Eşîren Kurd pêk tê, Ê Talabanî hinek kêmtir e. Di
hilbijartinên parlemento ya Iraqê a sala 2005 de Yekîtîya
Demokratîk a niştimanîya Kurdîstan betir taktîkî bû ji bo
bikaribin di parlementoya Iraqê de 76 cih vergrin. Nuha gelek
Erebên ku di dema rejîma berêde anîbun Kerkûkê gelek ji wan ya
wan derdixin an ji ew bi xwe ji Kerkûkê derdiçin. Heta nuha hin
kesekî ji wan (Kurda.werger) ku Kerkûk paytextê Kurdistana
Iraqêye ji bîr nekirine.
Di
destpêka sala 2004 de Kurda referandûmek çêkirin ji bo
serxwebûna Kurdistan û milyonu hefsedhezar imze topkirin û ji
neteweyen yekgirtîre şandin. Rola kurda a di rejîma Iraqê yî
îroj de bi Ereban ne xwoş e u ya paşî , bawer nakim ku di demek
nêzîk de tu kes bi karibe problemên ku xwedî tarixek direj ê
hundur Kurdistane û problemên Kurdistanê ên bi merkeza Iraqê re
hel bike.
-----------------------------------------------------------------------------------------
vegere |