|
11.02.2007
Hewlêr/FPZ---
Serleşkerê Giştî yê nû yê hêzên Emrîkî li Iraqê, li roja Şemiyê
ragîhand, divê hêzên berevaniyê yên Iraqê seqamgiriyê pêkbînin,
nexwe tîror di welat da gelek mezin bibe.
Cîneral David Petraeus piştî ameliyateka li dijî tîrorîstan li
Bexda dest bi wezîfê kir û diyar kir ku rewşa li Iraqê "gelek bi
metirsî ye" lê belê ne "bêhevî" ye.
Li nêzîkî balafirgeha Bexdayê, li bînayeka ku berê seraya Sedam
Hisên bû û niha bingehê leşkerî yê Emrîkiyan e, rewûrismek hate
dirust kirin û Cîneral Petraeus weha got: "Divê em hemû bar bi
hev re parve biikn û bi hev re pêşkevin. Eger em vê bikin û eger
em hewl bidin û encam bigrin ku gelê Iraqê jî wusa bike, wê çaxê
em dikarin behsa serkeftinê bikin. Eger em di vî karî da
sernekevin, Iraq wê bikeve nav xeterekî bêbinî û ew jî bibe
egerê şerekî navxwe. Divê em bedelê vî karî bidin. Mîzanên
hewldanê di vir da gelek bilind in."
Bi hezaran leşkerên Emrîkî gehîştibûn Bexda û ameliyatek dan
destpêkirin bo rawestandina şerê navxoyî yê di navbera Şiî û
Suniyan da. Ew ameliyat wekî şansekî dawî tê nirxandin bo
astengkirina şerê navxoyî. Paytextê Bexda, di salên dawî de
dihat binavkirin di heman demê da weku "serbajarê tîrorê".
Cîneral Petraeus weku serleşkerê 130.000 leşkerên Emrîkî wezîfê
xwe ji Cîneral George Casey wergirt. Cîneral George Casey ji
layê Senatoyê Emrîkî ve weke endamê rêza yekemîn bo Serleşkeriya
Artêşa Emrîkî hatibû hilbijartin.
Hêjayî
gotinê ye bal were kişandin li ser axaftina Cîneral Petraeus
beriya rewûrismê, dema wî bi rojnamevanan re sohbet kir:
"Tirsa min a herî mesin ew e ku Iraqî paşêrojê li paş xwe
nehêlin. Me ew ji dîktatoriya 35 salan rizgar kirin. Lê em
nikarin wan ji tirsên 35 salan û ji fikrên xelet yên 35 sala
rizgar bikin. Divê ew vî tiştî bi serê xwe bikin."
----------------------------------------------------------------------------------------vegere |