|
PEŞMERGE
ZÊREVANÎ
Hêza
Parastina Herêma Kurdistan yan jî Polîsên Parêzvanên Herêma
Kurdistanê
Zêrevanî pêkhatiye ji wan kesên dilsoz û giyan li ser dest
yên pêşimergên Kurdistanê ku bi salên dûr
û dirêj ji bo gehandina armanca gelê Kurdistan xebat û
têkoşîn kiriye û bûyune egerê destve înana destkeftên
îro yên gelê Kurd û têkdan û ruxandina rijêma diktatora
faşist ya Baasî û Seddam di Îraqê da û bûyune egerê avakirina
sîstemek û civakekê modêrn û dîmokratîk li Îraqeka fîderal.
Piştî roxandina rijêma Îraqê û derkeftina yasaya Îraqê ya
berwext ya leşikirî xaleka giring têda hate diyarkirin. Ew
jî ew bu ku hikumeta herêma Kurdistan ew bi xo dê parastina
xo ket, lewma piştî rezamendiya hêzên hevpeymanan ku hêzên
dagîrkerên Îraqê bûne û piştî rewayetiya xo ji biryara
(1453) ya civata Nav Netewî wergirt ku li 8 gulana 2003
derçûbu û piştî rezamendiya civata berwext ya Îraqa fideral,
Hikumeta Herêma Kurdistanê biryar da supayekî avabiken bi
hijmara (21000) bîst û yek hezar pêşmerge ku ev hêze bişêtin
ji dervey şiyanên polîsan û silahiyatên wan û bi taybetî jî
ji dervey bajêran karê xo encam biden. Her wusa ji bo
parastina jîngehê jî leşkerek hate amadekirin bi hijmara
(5000) pênc hezar pêşmerge.
-----------------------------------------------------------------------------------------vegere |