|
30.5.2006/Hewlêr

Hewlêr/FPZ---
Dewra perwerdêya kompîterê ya ku sazîya NGO ya
Elmanî AGEF ê li Hewlerê bi rêvedibir bi dumahîk
hat.
Şagirtên perwerdeya kompîterê ku di navbera
05-05/22-06-2006 ê hate bi rêvebirin, duhî bi
rewresmekê ku li navenda AGEF ê li Hewlerê
dîplomayên xwe girtin. Perwerdeya kompîterê
gavek ji gavên Fermandeya Zerevanî ji bo
perwerdeya pêşmergeya hatibû amadekirin.
Dîplomayên şagirtan ji layê endamê Fermandeya
Zerevanî Lîwa Dilşad Necîp, Aqîd Hisên Mistefa û
rêvebira AGEF li Hewlerê Brîjîta Johnson hatin
belavkirin.
10 pêşmergeyên zerevanî ku ji jin û zilama pêk
dihat tevli perwerdeyê bûn. Dewra perwerdê
nêzîkî 2 heyva berdewam bû û pêşmergê bi nave
Alan Yunis bu yekem.
Pêş belavkirina dîplomeyan endamê Fermandeya
Zerevanî Lîwa Dilşad di axaftina xwe da sipasîyê
xwe jib o sazîya AGEF ê pêşkêşkir û hevîya
berdewamîya hewkarîyê kir.
Piştî belavkirina dîplomeyan fotografên ji bo
bîranîne hatin kêşan û daxwazîyên serkeftinê ji
bo şagirtan hatin kirin.
Em jî bi nave saytê Zerevanî hevalên xwe pîroz
diken û serkeftinê ji wan re dixwazin.
.JPG)
-----------------------------------------------------------------------------------------vegere |