|
10.02.2007
Hewlêr/Hesen
Eli/FPZ---
Derbarê şehîdbûna Neh Pêşmerge û birîndar bûna hijmareke din bi
sedema bombe barana baregehê wan ji bal firokeyên Emrîkî ve li
Mosilê , dîwana Serokatiya Kurdistanê daxuyaniyek da , ku ev
tekista wêye ….
Şeva Pênc Şembiya borî hijmareke firokeyên artêşa Emrîkayê êrîş
birin ser baregehekê hêzên Pêşmerge li bajêrê Mosil ku di encamê
de Neh Pêşmerge Şehîd ketin û hijmareke din jî birîndar bûn.
Em vî karê han yê ne di cih de bi tundî pirotesto dikîn û
heyameke bêyî ti sedem ev corên êrîşan ji bal hêzên Emrîkî ve
tên du barekirin.
Welatiyên Kurdistanê daxwaz li serkirdayetî ya hêzên Emrîkî li
Îraqê dikîn ku vekolînên lezgîn li ser vê kiriyarê pêkbînin û
encamên wê jî bihên ragehandin , ev kes jî bên cezakirin yên ku
di karên xwe de bi kêmasîne û dibin sedema çêbûna van buyeran û
sedemên wê jî yên rasteqîne bêne zanîn ku li pişt van dest
dirêjiyane.
Du barebûna van kiryaran nahê qebûl kirin ku ji bal piraniya
xelkê Kurdistanê ve gumanê çê dike ku armanên din li pişt ve
habin , pêtviye vekolînên lezgeîn bihên kirin ji boy ku
bizanibin sedemên buyera han çine.
Dîwana serokatiya Kurdistanê
10/2/2007
----------------------------------------------------------------------------------------vegere |