bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî     bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî

 
  Gulistan Perwer Seredana Fermandeya Pêşmergê Zêrevanî Kir    

23.8.2006/Hewlêr

Hewlêr/FPZ--- Îro li demjimêr 11:30 î berî nîvro rêkeftî 23.8.2006 ê hunermenda Kurd ya binav û deng Gulistan Perwer di gel kurê xwe Serxwebun û çend kesên di gelda seredana Fermandeya Pêşmergê Zêrevanî kir û ji layê Fermandê Fermandeya Pêşmergê Zêrevanî Lîwa Ezîz Weysî û cêgirê Fermandey Lîwa Dilşad ve hatine pêşwazî kirin.

Di seredana xweda hunermenda Kurd Gulistan Perwer rolê Pêşmergey di biwarê parastin û seqamgîr kirina Kurdistan ê da bilind nirxand û got ku ew wek hunermendeka Kurd ku bi salan stiran gotîne, herdem Pêşmerge bûye mijara serekî ya stiranên wê.

Di berdewamîya axiftinên xweda Gulistan Perwer îna ziman ku Pêşmerge ew kese yê ku serê xwe li beramber dijminî bilind kirî ji bo parastina miletê Kurd û serkeftin û pêşkeftin ji bo Pêşmergey xwast.

Hejî gotinê ye ku eve mawê çend rojane hunermend Gulistan Perwer li Kurdistan a Îraqê ye û çendîn konsêrtên stiran gotinê encam dayîne bi helkeftina 60 salî ya damezrandina PDK ê herwesa girêdana konsêrtên taybet ji bo Pêşmergê Kurdistan ê.

 

-----------------------------------------------------------------------------------------vegere

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

© 2006 www.zerevani.com