|
15.12.2006

Hewlêr/FPZ/Bexşî
Salih---
Wek amaje
pêkirinek, zor li berpirsên Ereb di daxuyaniyên xwe da bi
mîlîşiyat navê Pêşmerge dihênin ziman, lê belê Ereb jî mecbur
man qebul biken ku Pêşmerge hêzeka leşkerî, nîzamî û fîdakare.
Serokwezîrê
Filistînê Îsmaîl Hanîye di axiftina xwe ya festîvala bizûtinewa
Hamas da diyar kir ku Pêşmerge ne hêzek mîlîşiyate, lê belê
hêzeka fîdakare û qurbaniyên zor dayine di rêga gelê xwe da û
hejayê rêz girtinê ne.
Hêja gotinêye
li ser axaftinên xwe yên borî da Serokwezîrê Filistînê Îsmaîl
Hanîye got: "mebesta min bi hîç
şîweyek eve nebuye ku ez gotinên tîr û tîj bi Pêşmergan bibêjim
û ji ber wê yekê ez daxaza lêbûrînê li hêzên Pêşmergên
Kurdistanê û Serkirdayetî ya Kurdan dikem."
-----------------------------------------------------------------------------------------vegere |