bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî     bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî

 

 Pêşmerge: '' Em Gelî Dijberî Hêrîşên Tîrorîstan Diparêzin.'' 

 06.6.2006

 

Musul/Hesen Elî/FPZ--- Fermandê Fermanda Pêşmergê Zerevanî civînek li gel Ereb, Asurî, Keldanî, Suryanî, Êzîdî, Tirkman û Şebekan li herêma Nergizyê pêk îna û paşan jî seredana Betalyona 2 girêdayî Fermanda Pêşmergê Zerevanî kir.

Li dîv biryara Hikumeta Herêma Kurdistanê, bi armanca asayîş û aramîyê kismek pêşmergeyên girêdayî Pêşmergeyên Zerevanî li bajare Musilê hate bi cîh kirin. Devera Hay Qahîre berî nuke bi caran beramberî hêrîşên tîrorîstî mabû. Ne leşkerê Emrîka ne jî Leşkerê Iraqa Nû ne şîyabû li vê deverê aramîyê pêk bînît. Piştî ku hêzên Pêşmergeyên Zerevanî li vir hatin bi cîh kirin êdî asayîş heye û jîyan bi rengekî normal berdewame.
 

Fermandê Betelyona 2. ya li devera Hay Qahîre bi cîh buyî Lîwa Ebdila Siwarî, derbarey kar u xebatên xwe da Fermande Fermanda Pêşmergê Zerevanî Cineral Azîz Weysî agahdar kir û got: '' Em wekî Betalyona 2 me li deverên ku Kurd, Ereb, Keldanî-Asurî û kêmenetewên dîtir jî jîyan diken ji bilî tedbîrên ewlekarîyê peywendîyên xurt jî danane. Em di gel girêgirên herêmê kombunê xwe pêk tînin û derbarey hêrîşên tîrorîstî dîtin û pêzanîn xwe par dikeyn. Dîsa em parastina rêkên bazirganîyê ku ta nuke di bîn hêrîşên tîrorîstan da bûn dikeyn. Evro tankêr û lorîyên Tirkî jî dişên di vê rêkê re bi rengekî rehet bên û biçin. Bi şev û roj pêşmergeyên me karê xwe bi rêve dibin.''

Fermandê Fermanda Pêşmergê Zerevanî Cineral Azîz Weysî piştî van agahîyên Lîwa Ebdila Siwarî sipasîyê xwe ji bo tevayî pêşmergeyên li devera Hay Qahîre pêşkêşkir û ji bo qehremanîya wan jî ew pîroz kirin.


Lîsteyek derbarêy pêdewîstîyên pêşmergeyan jî ji bo Fermandê Fermanda Pêşmergê Zerevanî Cineral Azîz Weysî hate amadekirin û wî jî soz da ku wana pêk bînît û da dîyarkirin ku ji bo tevayî kar û xebatên Betalyona 2 herdem ew dê bibe palpişt.

----------------------------------------------------------------------------------------vegere

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

© 2006 www.zerevani.com