|
01.6.2006
.JPG)
Hewlêr/Hesen
Elî/FPZ--- Kurde bajarên Xanekqîn, Dîyala û
Şexan ji bo bikevine nava sînorên Hikumeta
Herêma Kurdistanê ev demeka dirêje tekoşanên
corev cor diden. Lê hêşta ev bajarên Kurda
girêdayî rêveberîya Iraqê ne, hîç mafekî wan yê
sîyasî, aborî û civakî nîne û her êrîşên tîrorî
jî li ser wanin.
Hikumeta Herêma Kurdistanê jî her roj têkoşaneka xurt ji bo ku
ev bajarên Kurdan bibene ser bi Kurdistanê ve didet. Wekî
berdewamîya vê têkoşanê pençşemba borî Fermandê Fermanda
Pêşmergeyê Zerevanî li Nergizîya nêzîkî Bertilla û Başika di gel
Ereb, Keldanî,Aşuri, Şebek û Tirkumanên Xusrabat û Şexan ê kombunek
pêk êna.
Matran
Xurî Polîs Xemî, berbirsê Liqa 14. Xalîb Fazilaxa, 14 mixtar,
10 mela, rêveberên Navenda Çanda Maco û Welat ya Şebekan, girêgirên
Tirkumanan û gelek şex ji herêmên Xusrabat, Şexan, Al Kuş,
Tuliskof, Tilgef û Batmanê di vê kombunê da amade bûn.
Fermandê Fermanda Pêşmergê Zerevanî Cineral Azîz Weysî di
axaftina xwe ya di kombunê da got, Bizava Azadîya Kurdistanê ji
bo tevayî kêmnetewa jî têkoşanê diket û ev têkoşana wê dê her
berdewam bît.
Cineral Weysî di berdewamîya axaftina xwe da got: '' Gelên Kurd,
Aşur, Keldan, Tirkuman û Ereb li ser vê xaka pîroz pêk ve jîyaye
û ji bo aştîyê jî pêk ve têkoşîyane. Hindek devrû dor ji bo ku
ev biratîya xwedan dîrokeka dirêj û vê palpiştîya navbera gelan
xirab biken dixwazên tovên dijminatîyê biçînin. Divet em jî
nehêne listîkên wan û van pîlanên wan xirab biken. Divet em
biratîya navbera gelan û hewkarîya wan xurttir biken.''
Fermandê Fermanda Pêşmergê Zerevanî Cineral Azîz Weysî di
dumahîka kombunê da arîşeyên xelkî guhdar kir û soz da ku ji bo
çareserkirna van arîşeyan çi ji destê wan bêt dê biken. Kesên li
ser navê Aşurî, Keldanî, Suryanî, Ereb, Êzîdî, Tirkuman û
Şebekan jî fîlên bi naveroka arîşe û daxwazên xwe teslîmî
Cineral Azîz Weysî kirin da ku bighîne Hikumeta Herêma
Kurdistanê.
.JPG)

.JPG)
----------------------------------------------------------------------------------------vegere |