|
05.09.2006
.JPG)
Hewlêr/Hesen Elî/FPZ--- Piştî hevgirtina her du
kargêriya Kurdistan ê, hêzên Pêşmerge jî bi lez
û bez dest bi xebata hevgirtinê kirin, her wesa
serokê Kurdistan ê jî daxuyaniyek da, da ku ala
rêjîma baas û ya komkujiya enfalê li gel ala
Kurdistan ê nehê bilindkirin.
Ji bo piştevaniya van rûdanên
Kurdistan ê, leşker jî di nav xwe de civînan çê dikeyn û kar û
barên ku dikevte ser şanên wan pêk dihînin.
Dohnî li paytext Hewlêrê Fermandê
Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî ya Kurdistan ê gîneral Ezîz
Weysî li hêzên Zêrevanî (supay 5.) di derbarey rûdanên siyasî de
civînek çêkir.
Gîneral Ezîz
Weysî di civînê de rewşa siyasî ya cîhanê û rojhelata
navîn nirxand û rengvedana van rûdanan ya li ser Kurdistan ê jî
şîrove kir.
Weysî got; Kurdan di dîroka xwe
de cara yekem destkeftiyên bi vî awayî bi dest xwe ve anîne û
eve viyana me dinimîne, ji vir pê de dê çi îradeyeka din li ser
Kurdistan ê nebe zal.
Gîneral Weysî di dirêjiya
axaftina xwe de wesa berdewam kir; di nav rewşa siyasî ya cîhanê
de Kurdan cîhekî zor girîng bi dest xwe ve aniye. Yekem care
Kurdan destkeftiyên payebilind tomar kirine. Ji bo ev
destkeftiyane geştir û bilindtir bibeyn her du kargêrî bûn yek,
her wesa dê hêzên Pêşmergeyên her du layan jî bibeyne yek û dest
bi leşkeriyeka Kurdistan ê ya rêk û pêk bikeyn. Em jî wek leşker
divê gel vê yekê bi rasterê bin û piştevaniya xwe diyar bikin.
Rêka vê jî divê wek leşker hem ji layê leşkerî, hem jî, ji layê
siyasî ve xwe perwerde bikeyn. Yê ku li van destkeftiyan xwedan
bît leşker e. di vê rewşa heyî de em neşên li van destkeftiyan
xwedan bibeyn, divê em xwe perwerde bikeyn. Divê em xwe
bigehînin asteka wesa ku bibeyn hêzeka leşkerî da ku bişên
berjewendiyên hukumetê biparêzin û berevaniya wê bikeyn.
Fermandê
Fermandeya Pêşmergê Zêrevanî ya Kurdistan ê gîneral Ezîz
Weysî piştî civîna du demjimêrê yek bi yek deverên leşkerî
geriya û gel Pêşmergeyan axaft.
.JPG)
.JPG)
.JPG)
.JPG)
----------------------------------------------------------------------------------------vegere |