|
.JPG)
Hesen
Elî/Hewler/FPZ--- Hunermendên bi nav û deng Kazo û Fatê ku ji bo
çêkirina klîban hatibun Kurdistanê li Hewlera paytext konsêrtek
çêkir ji bo pêşmergeyên Zêrevanî. Xola Meşqa bi navê 26 ê Gulan
ê bi merasîmekê li Fermangeha Giştî yê Pêşmergeyên Zêrevanî
perwerdeya xwe bi dumahîk êna. Di gel gelek nûnerên hukumetê,
partî û leşkeran hunermendên navdar Fatê û ji Koma Şîrwan Kazo û
Rêzan jî bi konsêrtekê tevli merasîmê bûn.
Hunermanda
Kurd Fatê bi strana xwe ya nû bi navê 'Pêşmergeyan Dewlet Danîn'
coşeke mezin xiste dilê pêşmergeyan.
1000
pêşmergeyên ser bi Fermandeya Giştî ya Pêşmergeyên Zêrevanî û
gelek leşkerê Emrîkî li gel Şexên Erebê Mexmur bi coşa strana
tevli dîlanê bûn. Pêşmergeyan gelek daxwazî kirin ji strana
'Pêşmergeyan dewlet danîn' û bi coşa stranê li gel leşkerê
Emrîkî dilan kirin û fotograf bi Fatê û Rêzan re kêşan.
Piştî Fatê û
Rêzan bi lîlîn û çepikan hunermend Kazo dest bi stranê xwe kir.
Strana wî jî germahîyek mezin xiste dilê pêşmergeyan. Berbi
evarî ve bi rakirina ala Kurdistan û lîlanê ve merasîm bi
dumahîk hat.
.JPG)
.JPG)
.JPG)
.JPG)
.JPG)
.JPG)
.JPG)

.JPG)
.JPG)
.JPG)
-----------------------------------------------------------------------------------------vegere |