|

Hewlêr/Karwan
Mizûrî/FPZ---Evro
berêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistan ê, li
bajêrê Hewlêr a paytext pêşwazîya qedaseta patiryak "Mardinhayê
Çarê "patiryakê kenîsa rojhelata Aşurî li cîhanê û şanda di
gelda kir.
Di
rûniştinekê da ku berêz "Serkîs Axacan " wezîrê darayî û aburî
têda amade bibu, berêz Nêçîrvan Barzanî di axiftinên xweda piştî
bi xêrhatina şandê mêvan, tîşk êxiste ser peywendî yên mêjûyî
yên bi hêz ên birayetî ya di navbera ayînên cuda cuda û gelên di
Herêm a Kurdistan ê da ku hemî layek bêy cêwazî li ser binemayê
lêburînê û tevayî yê li ser vê xakê pêkve dijîn û herwesa gût ku
dê diberdewam bîn bu parastin û pêşvebirina evê birayetî yê ji
bu xizmetkirina hemî layekî.
Ji layê xweve
qedaseta patrîk di peyva xweda sipasî yên xwe arastey Serokê
Hikumeta Herêma Kurdistan ê kirin ji bu wê giringî ya bi Aşurî û
hemî kirîstîyana li Herêma Kurdistan ê di hête dan, herwesa gut
ku ev xizmete rengdaneveya peywendî yên bi hêz ên mêjûyî ne yên
hevbeş û pêkve jîyanê li Herêma Kurdistanê. Hejî gutinê ye ku
qedaseta "Mardinhayê Çarê "xelkê Hewlêrê ye û hewil didet ku
korsîka patiryakîyê vegerînteve bu hewlêrê ku berî niha "Mardinhayê
Êkê "jî xelkê hewlêrê bu û patiryakê tewawê kenîsa rojhelat bu û
seranserî rojihelat ê û Asya û heta Çînê. Ev hewle jî dirêjî
pêdana peywendîyên birayetî û dustayetîyê ne yên di navbera hemî
gelên li Herêma Kurdistan ê.
-----------------------------------------------------------------------------------------vegere |