bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî     bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî

 

  Eniya Siyasî Ya Ku Li Qahîreyê Hatiye Ava Kirin Hat Şermezar Kirin

03..6.2007

 

Hewlêr/Hesen Elî/FPZ--- Polîtbîroya PDK-ê û YNK-ê eniya (cephe) siyasî ya li Qahîreyê hate ragihandin bi tundî şermzar kir. Îdia ew e ko, eniya ko di 29-ê nîsanê de li Qhirêyê hatiye ava kirin bi arîkariya rêxistinên mixaberatên welatên xêrnexwazên kurdan hatiye ava kirin. Di vê eniyê de rêxistinên wekî Hizba Îslamî, Wîfaq û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û kesên kevenebe’sî û aligirên rejîma Sedamî cih digirin.

PDK-ê û YNK-ê vê eniyê wekî hewildaneka dijmînê gelê kurd dibînin û dibêjin ev eniya siyasî bi arîkariya rêxistinên îstixbareta wan walatên ko dixwazin Kurdistanê dagir bikin hatiye ava kirin.

Gelek balkêş e ko Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî di vê eniyê de ye, ko ev partî hem di Parlametoya Kurdistanê de hem jî di hikûmeta Kurdistanê de cih digire. Niqteye ka dî ya ko dîvê îşaret pê bêt kirin ew e ko ti derdôrên şiîyan di vê eniyê de cih nagirin.

Herdu polîburoyên PDK-ê û YNK-ê daxuyaniyeka hevdeş sebaret bi wê eniya siyasî ya ko di 29/4/2007-ê de li Qahireyê hatiye ragehandin belav kirin; ev jî teksta wê ye:

"Herdu polîtburoyên PDK-ê û YNK-ê, pir bi dilgiranî û ecêbmayî çav bi vê daxuyaniya di 29/4/2007-ê de hatiye derxstin ketin ko, avakirina eniyeka siyasî tê de hatiye ragehandin. Mixabin ev enî, mil bi milê Wîfaq, Hizba Îslamî û kevnexaînên li dijî gelê kurd, yên ko aligirên bêbavên Sedamê xwînmij hatiye ava kirin û hin kesên şovîniyên li dijî maf û awatên gelên Îraqê ko bi herdu neteweyên sereke kurd û ereb ve, di vê eniyê de ne.

Civîna ko mixaberatên welatên biyanî organize kiribû, eniyeka siyasî jê çêbû û ev enî dijminê karwênê demokrasiyê yê gelê Îraqê ye û hewla jinavbirina destkeftiyên destûrî dide.

Lewma tiştek xweza ye ko em hest bi dilgiranî û ecêbiyê bikin ko, çawa hin hêzên nîştîmaniyên Îraqî yên dost ev yêk pesind kirin ko serê xwe ji bo hezkirinên mixaberatên biyanî bînin xwar û bi civîn û bi serperştiya wan eniyeka siyasî ava bikin.

Ka banga serxwebûn û retkirina destêwerdana derve ya karûbarên nêvxwe yên Îraqê? Ka bi dengvehatina yêkperçeyî ya nîştîmaniya Îraqê?
Vê eniyê hêzên bineretî yên gelê Îraqê pişt guh ve avêtine û bi ser wan de baz dane û di pişt wan re kar dike û digel saziyên mixaberatî yên welatekî alîkariyê dikin ko ev welat riştbûna xwe ji bo dagîrkirina Îraqê venaşêrin?

Gelo ev yêk çespandina tayefegeriya neciwan û nijadperistî û şovîni ye, ko di demekê de piraniya şîeyan û hêzên nîştîmaniyên gelê kurd piştguh ve avêtine? Gelo kesên nîştîmanperwer hêjayê wê ne ko havpeymanê xwe yên bineretî û dîrokî piştguh bêxin û alîkariya nûnerên cahşên xiyanetkar û demargîr û şovenî bikin?

Lewma herdu polîtbîroyên PDK-ê YNK-ê, vî karê ko dualiyê çê dike û zirarê dide yêketiya nîştîmanî û karwanê demokrasiya Îraqê, şermezar û rûreş dike.

Di heman demê de em daxwazê li xêrxwazên Hizba Îslamî, lîsta Îraqiyê û Yêkgirtuya Îslamî ya Kurdistanê dikin ko ew vegerin nav rêzên hevpeymaniya berfereh û li vê eniya siyasî ya gumanjêkirî ya ko dijmina bi destkeftiyên demokrasî û destûriyên gelê Iraqê ye vekişin.

Ev eniya ko berdewambûna tê de, dibe sedema deriz têketineka xeternak di rêza nîştîmanî ya iraqî û çespandina tayefegerî û arezûyên şovênîzmî yên dijî gelê kurd e.

Daxwaz û rica û hîviya me ew e ko birayên xêrxwaz hest bi vî karê tirsinak bikin. Her hîvî û ûmêda me ew e ko zanayî û nêrînên siyasî yên hûşmend û dûrbîniyê bi kar bînin.

 

-----------------------------------------------------------------------------------------vegere

 
© 2006 www.zerevani.com