|

Hewlêr/Hesen
Eli/FPZ---
Di encama guftûgoyên di navbera wezareta Pêşmerge, wezareta
Berevanîyê ya Îraqê, serokwezîrtîya Îraqê û hêzên pirnetew a
derbarê parastina Kurdistana azad de, biryare ku berpirsiyarî
ewlehîya Kurdistanê bi merasîmek fermî tesllîmî îdareya
Kurdistanê bê kirin.
Li gor daxuyanîya alîkarê wezîrê karûbarê Pêşmerge Cebar Yawer,
di dawîya vê mehê de, desthilatîya hemû Herêma Kurdistanê bi
fermî dikeve destê îdareya Kurdistanê. Piştî wergirtina
desthilatîya ewlehîya Herêma Kurdistanê, êdî hemû ewlehîya ser
sînorên di navbera Kurdistanê, Tirkiye, Îran û Suriyeyê jî dikeve
destê Hêzên Pêşmerge.
Hêjayê gotinê ye ku, bi vê peymana di navbera îdareya Kurdistanê,
hukumeta merkezî ya Îraqê û hêzên pirnetew, hebûna hêzên
Pêşmerge bi fermî hate pejirandin.
----------------------------------------------------------------------------------------vegere |