bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî     bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî

 

Xerckirinên Pêşmergên Kurdistanê Ji Aliyê Hikumeta Iraqê ve Hate Pejirandin   

11.02.2007

 

Hewlêr/Hesen Elî/FPZ---  Nakokiyên budçê yên di warê xerckirinên Pêşmergeyan wekî xerckirinên bi feyde yên komelayetî ji aliyê serokkomariyê ve hatin çareserkirin. Encumena Nûnêrên Iraqê budçeya sala 2007 bi çend gorankariyan bi zêdebûna dengan pejirand.

Îsmaîl Şukir, Cîgirê Serokê Lijneya Darayî li Encumena Nûnêrên Iraq ragîhand: "Di warê xercên Pêşmergeyan li maddeya 20. dahatiye ku "li hevhatin pêwîst e di nav Serokwezîr û Serokê Herêmê di warê xerckirinên leşkerî yên herêman, û divê xerc û kelûpelên di çarçoveya xercên pergala parastina niştîmanî da bin".

Îsmaîl Şukir da diyarkirin ku xerckirinên Pêşmerge divê li derveyî beşa ji sedî 17 ya bo Herêma Kurdistanê, ji budçeya Iraqê û li ser xerckirinên wezaretê parastinê werin hesabkirin.

Herweha wî ragîhand ku hemu kutle û aliyên siyasî li ser vê maddeyê lihevhatine. 

----------------------------------------------------------------------------------------vegere

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

© 2006 www.zerevani.com