|
21.8.2006

Hewlêr/Karwan
Mizûrî/FPZ---
Bo rêzgirtin li
gîyanê pakê enfalkirîya û bi helkeftina despêkirina
dadgehkirina Sedam ê diktatur û darudesteka wî li ser
tawana "enfal "ê, evro li demjimêr 10 î spêdê rêkeftî
21.8 û li baregayê Fermandeya Pêşmergê Zêrevanî, hemî
efser û piledar û serbazên ser bi Fermandê ve wek hemî
xelkê Kurdistan ê bo mawê 5 deqîqa bi bê dengî
rawestîyan. Her bivê helkeftê û li ser biryara wezareta
nafxu ya Hikumeta Herêma Kurdistan ê, biryar e li hemî
dam û dezgehên hikumî yên Herêma Kurdistan ê perukê reş
bête bilindkirin.
Hejî gotinê ye ku evro roja
dûşembî 21.8 dadgehkirina Sedam ê diktatur û hindek ji serkirdên
rijêma wî dê despêket li ser tawana enfala.
.JPG)
---------------------------------------------------------
----vegere
|