|
23.5.2006/Hewler
.JPG)
Hewlêr/FPZ
--- Hêzên Korya Başur ku li Kurdistanê erkê xwe pêk tînin, ji
bilî karê leşkerî hindek çalakîyên civakî û çandî pêk tînin.
Duhî
li kempa Tîpa Zeytun a Hêzên Korya Başur ku li Hewler a paytextê
ye şahîyek bi armanca dostanîya Kurd u Korîyan pêk êna.
Parêzgerê Hewlerê Newzat Hadî, Wezîrê Çanda Kurdistanê Felekedîn
Kakeyî û Fermandê Fermanda Pêşmergeyên Zerevanî Cineral Azîz
Weysî di şahîyê da amadebûn.
Di
şahîyê da musîka gelerî ya Korya Başur, hindek sketch û dîmenên
folklorî û çend berhemên zarokên Kurd di gel leşkerên Korî de
hatin pêşkêşkirin. Berî ku şahî bi dumahîk bê, cineralê Korî,
Werîrê Çanda Kurdistanê Felekedîn Kakeyî û parêzgerê Hewlerê
Newzad Hadî axaftinên li ser dostanî û birayetîya gelên Kurd û
Korî kirin.
Di
dumahîkê da leşkerên Korî bi musîka Kurdî ra dîlan kirin.
.JPG)

-----------------------------------------------------------------------------------------vegere |