bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî     bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî

 
Serokê Kurdistanê:Kurdistanî Qebûl Nakin Bicihkirina Madeya 140-ê Paş Bikeve

30.05.2007

 

Hewlêr/Hesen Elî/FPZ--- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Selahhadînê pêşwaziya konsolosa Berîtanyayê ya Iraqê xatun Elîsin Kêmp û cîgira wê Imîlî Maltmanî kir. Mijarek ya vê hevdîtinê jî Kerkûk bû. Konsolosa Brîtanyayê diyar kir ko divê madeya 140-ê di wextê xwe de bêt bi cih kirin û serok Barzanî jî got kurdistanî bi ti awayî qebûl nakin binecihkirina vê madeyê bêt paşdexistin.

Her wiha di hevdîtinê de Serokê Kurdistanê pêşiyê konsolosa brîtanî pîroz kir ko posta nû wergirtiye û herweha pirsa guhortina destûr û têkiliyên nêvbera pêkhatên Iraqê û herêma Kurdistanê bi hukûmeta federal re û qanûna petrolê û madeya 140-ê guftûgo kirin.

Konsolosa Brîtanyayê piştgiriya welatê xwe ji bo azmûna Kurdistanê diyar kir û rola hukûmeta Kurdistanê jî di siyaseta Iraqê de bilind nirxand û bal kişand ser wê yekê ko divê madeya 140-ê di dema xwe ya diyarkirî de bête bi cih kirin.

Serokê Kurdistanê jî nêrîna hindek dorberan ya ko dixwazin binecihkirina madeya 140- ê bihê paşdexistin red kir ko û got: "Kurdistanî qebûl nakin bi ti awayî bicihkirina madeya 140-ê paş bikeve û her guhortinek di destûrê de bibe, divê di çarçoveya wê mekanizmê de be ya ko di destûr de hatiye danîn."

Dawiyê Serokê Kurdistanê hêviya serketinê ji Konsolosa brîtanî re xwest û amadeyîya hikûmeta Kurdistanê jî bo her alîkariyekê jê re diyar kir.

Di vê nêvbeynê de her îro serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahaddînê pêşwaziya balyozê Iraqê yê Berîtanyayê Dr.Selah El-şêxlî kir.

Di hevdîtinê de balyozê Iraqê yê Berîtanyayê, guhortinên herî dawî di nava partiya desthilat de diyar kir û siyaseta niha ya Berîtanyayê jî li dor Iraqê raxist ber çavan.

-----------------------------------------------------------------------------------------vegere

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

© 2006 www.zerevani.com