|
07.02.2007

Hewlêr/Hesen
Eli/FPZ--- Bi
fermana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî Fermandeyiya Giştî ya
Hêzên Çekdar ên Kurdistanê hat ragihandin û duh bi biryara
serokatiya heyeta wezîran a Kurdistanê ferman bi ser wezaret û
damûdezgeyên resmî yên peywendîdar de hat belavkirin û
ragihandin.
Cebbar Yawer
berdevkê (gotinbêjê) resmî yê Fermandeyiya Giştî ya Hêzên Çekdar
ên Kurdistanê wiha ragihand:
”Fermandeyî
pêk tê ji Mesûd Barzanî serokê Kurdistana federe û fermandeyê
Fermandeyiya Giştî, Kosret Resûl Elî cîgirê serok û cîgirê
Fermandeyiya Giştî, ferîqê yekê Umer Osman, Mistefa Seyyid Qadir,
Şêx Cafer Şêx Mistefa û ferîq Şêrwan Ebdurrehman, Cebbar Yawer,
Mehemed Şukrî Faris, ferîq rukn Azad Mîran, eqîd rukn Bextiyar
Mihemmed Sidîq, wezîrê hundur û birêvebirê asayişa giştî.
Li gor
fermanê, Cebbar Yawer dibe berdevkê (gotinbêjê) resmî yê
Fermandeyiya Giştî.
Ev fermana
serokatiyê di 17 meha buhurî de bî îmzaya serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî derketiye.
Cebbar Yawer
her wiha got ku navê fermandeyiyê dibe Fermandeyiya Hêzên Çekdar
ên Kurdistanê û ji hemû hêzên pêşmerge, hêzên wezareta hundur û
hêzên asayişa giştî ya Kurdistanê pêk tê. Di demeka nêzîk de ev
fermandeyî ê bigihîje peyrewa navxwe û qanûneka taybetî ji bo vê
ê bê derxistin ku pêşkêşî parlamentoya Kurdistanê bê kirin da ew
qebûl bike.
Cebbar Yawer
got ev biryar gava yekê ya mezin a ber bi yekkirina hemû hêzên
Kurdistanê ye.
----------------------------------------------------------------------------------------vegere |