|
29.05.2007
Hewlêr/ Hesen
Eli---
Di bin serperiştiya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de
Fermandeyiya Giştî ya Hêzên Parastina Kurdistanê civîna xwe ya
asayî kir. Di civînê de çawaniya veguhostina deshelata emnî ya
hêzên pirnejad ya bo Kurdistanê hat nîqaş kirin.
Di
civînê de çawaniya veguhostina deshelata emnî ya hêzên pirnejad
ya bo Kurdistanê hat nîqaş kirin. Herweha behsa komîteya ko
biryar ew e ko digel hikûmeta Îraqa federal û hêzên pirnejad
bîrxistûkekê îmze bike hat kirin, ko hin niqatan li xwe digire û
peywendiyên serbazî yên navbera Kurdistan û Bexdayê organize
dike.
Her li
ser rewşa fermandeyî guftûgoya vekirina baregehan, danîna
peyrewên nêvxwe û qanûna fermandeyî hat kirin. Ji liyê dî jî,
budceya Pêşmerge, yêkkirina herdu wezaretên pêşmerge û karûbarên
pêşmerge, çawaniya hemahengîkirina pêşmerge digel hikûmeta Îraqa
federal û rewşa hêzên pirnejad yên ko li himberî êrişên
terorîstî parastina xelkê deverên veqetyayî yên Kurdistanê dikin
xalên dî yên ajendeya civînê bûn.
-----------------------------------------------------------------------------------------vegere |