bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî     bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî

 

  Pêşmerge Şîyan Karekê Tîrurî Bu Ser Liqa 3 a P.D.K ê Li Kerkuk ê Ji Navbiben

 

Kerkuk/FPZ---Evro li demjimêr 10 î spêdê li bajêrê Kerkuk ê, tîruristan li ber bû karekê tîrurî bi heman şêwey ku li baregayê (Y.N.K) li musil encamday dûbare biken li baregayê liqa3a (P.D.K) li Kerkuk bi tirombêleka barhilgir ya mîn rêjkirî ku ji bilî şufêrî tîruristekê dî jî têda bû ji bu teqekirinê li pasewana. Lê ji ber hişyarîya pêşmergên pasewanên liqa3ê, şîyan teqê lê biken û berî bigehîte baregay bi çend mêtran û li nizîk rêveberîya ava Kerkuk ê teqî û çi zîyanên gîyanî li kadirên liqa 3 ê nebûn lê çendîn hawlatîyên sivîl bûne qurbanîyên evî karê dirinde.

Egerê van kiryara ew e ku ev dojmin e wek red fi'il di bînin bû gotara rêzdar Mesud Barzanî serok ê herêma Kurdistan ê demê fermûy û gûtî "nabît alayê enfal û be'sîya û cînusayda bihête heldan belku pêwîst e alayê nû yê Îraqa fîdiral û êkgirtî ku derbirîna hemî pêkhatîyên gelê Îraqê biket bihête heldan ". Herwesa ev kevne be'sî û tîrurist ên tekfîrî hewla encamdana van cure kiryara diken ji bu têkdana barê emnî yê bajêrê Kerkuk ê, lê armanca wan bicih nahêt çûnke îrada miletî mezintir e ji hewlên wan yên tîrurî.

 

 

 

 

 

 

 

-----------------------------------------------------------------------------------------vegere

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

© 2006 www.zerevani.com