bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî     bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî

 

Nav û wêneyên terorîstên Hewlêrê hatin eşkere kirin   

09.07.2007

Hewlêr/Hesen Elî/FPZ--- Mesrûr Barzanî serokê ajansa parastina asayîşa herêma Kurdistanê îro di prekoferensekê de navê hemû wan tawanbarên beşdarî kirî di rêxistin û cêbiêkirina kiryara terorîstî ya 9 gulanê li beramber avahiyê wezareta karûbarên navxwe de eşkere kirin. Ev kiryara terorêstî bibû sedemê şehîd û birîdarkirina zêdetir ji 100 hevwelatiyan.

Herwesa Mesrûr Barzanî daxuyakirin ku ew kiryara terorîstî ji aliyê rêxistina Qaîdeyê ve bi teqandina kamyoneke barkirî bi 800 kg TNT encam dabû û ji bilî kesê xwekuştî 5 kesên din di kiryarê de başdar bûn ku evên li jêr navên wan in:

1- Sefog Sultan Abdula bi nasnavê "Ebu Sebah" berniyase, berpirsê kertê Hewlêrê yê devera Bakurê Îraqê-rêkxistiya El-Qaîde, û xelkê Mûsilê ye.

2- Sultan Îbrahîm Ehmed bi nasnavê "Ebu Mistefa" tê naskirin berpirsê kargêrî ya rêkxistiya Hewlêrê, rêkxistiya El-Qaîde û xelkê Mûsile ye.


3- Mihemed Enwer Heme Emîn bi nasnavê "Selah" berpirsê anîna kesê xwekuj e, xelkê Kerkûkê ye .

4- Dilşad Enwer Heme Emîn, birayê Mıhemed Enwere, wî çavdêriya rêya 60 metrî û wezareta navxwe û asayîşê kiriye.


5- Senger Kake Mem Mîrza bi nasnavê "Ebdulcebar Hewlêrî" naskirî ye. Li Mûsilê hat kuştin

Her çar terorîst piştî vekolîn li ser wan bi dawî tê, dê hên dadga kirin û dê gehine sizayên xwe.

-----------------------------------------------------------------------------------------vegere

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

© 2006 www.zerevani.com