|

24.9.2006
Hewlêr/Karwan
Mizûrî/FPZ---Evro
spêdê hunermendê Kurd ê navdar Xêro Abbas di gel hunermend Tîrêj
seredana baregayê Fermandeya Pêşmergê Zêrevanî kir.
Li baregayê
fermandê hunermendên navbirî hatine pêşiwazî kirin ji layê
General Ezîz Weysî Fermandê Fermandeya Pêşmergê Zêrevanî û Emîd
Xazî Salih endamê fermandê û berpirsê jimêriyarîyê.
Di
runiştinekê da berêz Ezîz Weysî bi germî bi xêrhatina
hunermendan Xêro Abbas û hunermend Tîrêj kir û amaje da rolê
hunermendan di warê xizmetkirina hunerê Kurdî da û giringîya
pêşvebirina hunerê Kurdî yê resen.
Ji layê xwe
ve hunermend Xêro Abbas got: "Hatina min bo Kurdistan ê bo min
morale, min bawer nedikir ku ez dê rojekê Kurdistan ê bi vî away
bînim, lê Kurdistan evro ya azade û beref pêş diçît ji hemî
layan ve, bixebata deh diwazde salan evro Kurdistan ji dewletên
sed salî hatîne damezrandin pêşkeftî tir e , çawa em çavêt xwe û
leşê xwe di parêzîn, divêt em wesa Kurdistan ê jî bi parêzîn,
çunke evro Kurdistan bedene bu hemî miletê Kurd ".
Li dufda
Fermandê Pêşmergê Zêrevanî di gel mêhvanan seredana cihê meşqa
Pêşmergey kir û çendîn dîmenên leşkirî û çalakîyên komandoyî bu
amadebûyan hatine nîşandan ji layê Pêşmergey ve.
Hejî gotinê
ye ku hunermend Xêro Abbas Kurdê Kurdistana Surîya ye û êk ji
hunermendên herî mezine di warê gotina stirana Kurdî da.



-----------------------------------------------------------------------------------------vegere |