|
12.7.2006
.JPG)
Hewlêr/FPZ/
--- Evru li
baregayê Fermandeya Pêşmergê Zêrevanî ya Kurdistan ê xola meşqa
Şehîd Seîd Şêxe Numan ku berî du heyva despêkiribu birêve çu.
Di vê rê û
resmê da berêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta Kurdistanê,
cêgirê serokê Parlemanê Kurdistan ê rêzdar Kemal Kerkukî, wezîrê
herêmê bo kar û barên nafxo berêz Kerîm Şingalî, niwînerên
mektebên siyasî yên PDK, gelek berpirsên din yên hikumî û
leşkirî û siyasî, niwînerê leşkirê Emrîkî, şêxên Ereb û çendîn
rîh spî û maqwîlên deverê beşdarî vê xolê bun.
Ev xole ku
pitir ji 700 Pêşmerga bi xuve girtibun despêkir.
Bi deqîqeyeka
rawestîyanê li ser gîyanê pakê şehîdên Kurdistan ê û serkêşê wan
barzanî yê nemir.
Li diwîvda û
digel siroda Ey Reqîb rê û resmên leşkirî bi rêveçun û herwesa
çendîn dîmenên komandûyî hatine nîşandan.
Fermandê
Fermandeya Pêşmergê Zêrevanî General Ezîz Weysî di peyvekê da bi
germî bi xêrhatina rêzdar Nêçîrvan Barzanî û herwesa bi
xêrhatina hemî mêvanên amadebûyî kir.
General Ezîz
Weysî di peyva xoda got: "Ew bernamê ku cenabê Serokê Kurdistan
ê dibêje ku leşkirê Kurdistan ê bibîte hêzeka pêşkeftî, em jî ji
bu wê pêşkeftinê di amadeyne û sozê di deyne we hemîya ku em dê
di berdewam bîn ji bu rêkxistina leşkirê Kurdistan ê ku ew mafê
miletê kurd yê mayî em bi dest miletê kurd ve bînîn û ji bo
emnîyeta Kurdistan ê û xoşguzeranîya miletê kurd fîdakarbîn ".
Li duîfda
rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta Kurdistan ê di peyva
xoda rolê Pêşmergey di parastina emniyeta Kurdistan ê da bilind
nirxand û herwesa derbarey pêşketina Pêşmergê Kurdistanê berêz
Serokê Hikumetê sipasîya rolê General Ezîz Weysî kir di hewlên
wî yên berdewam da ji bo pêşêxistina Pêşmergey.
.JPG)
.JPG)
.JPG)
.JPG)
.JPG)
.JPG)
.JPG)
.JPG)
.JPG)
.JPG)
.JPG)
-----------------------------------------------------------------------------------------vegere |