bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî     bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî

 
Xoleka Dî Ji Pêşmergên Zêrevanî Ya Kurdistanê Derçû

 

21.02.2007

 

Di berdewamiya hawl û xebatên Fermandeya Pêşmergên Zêrevanî ji bo meşqdan û perwerdekirina Pêşmergey li ser nûtirîn şêwazên zanistî yên leşkirî ku berdewam radibît bi vekirina xolên cuda cuda yên meşq û rahênanê, duhî rêkeftî 20.2.2007 li demjmêr 11:00î berî nîvro, bi amadebûna nûnerê serokê Kurdistanê Ferîqê êkê Omer Osman û jimareka zor ya berpirsên hizbî û mîrî, rê û resmên derçûna xoleka Pêşmergên Zêrevanî ya Kurdistanê bi navê "Şehîdên 1ê Şubatê "bi rêveçûn.

Merasîma despêkir bi deqîqeka rawestiyanê rêzgirtin li giyanê pakê şehîdên Kurdistanê û li dîfda çendîn çalakî û nimayşên leşkirî hatine nîşandan.

Paşan general Ezîz Weysî Fermandê Pêşmergên Zêrevanî ya Kurdistanê peyvek pêşkêşî amadebûyan kir û têda soz û peymanên xo dûpat kirneve ku dê di berdewam bin li ser kar û xebata xo ji bo ku Pêşmerge bi gehîte bilindtirîn ast.

Ji layekê dîve general Ezîz Weysî got: "Ev çekê di destê me da ne daxwaza me ye, lê nehêz û dijminên milletê me û ewên tamayî di axa meda hey em yêt neçar kirîn ku em vî çekî bi helgirîn lewma helgirtina vî çekî bo me şerefeka mezine. Bila herkes bizanît ku çi hêz neşên li beramber me rawestin ku me ji rêka azadiyê bidene paş, belku dê di berdewam bîn li ser xebata xo, çunke em jî wekî hemî milletan azadî, serwerî û nasnama xo dixwazîn."

Piştî vê çendê nûnerê serokê Kurdistanê Ferîqê êkê Omer Osman jî peyvek pêşkêşî amadebûyan kir û têda got: "Dihête bîra min ku berî pitir ji 40  salan ez jî wekî hewe tevlî xoleka leşkirî bûm û min jî wekî hewe çendîn çalakiyên leşkirî dikirin, lê eva em dibînîn xewnek bu û evro ew xewn bûye rastî. Em Pêşmergey perwerde nakeyin ka dê çawa şerê xelkekê dî ket, lê em fêr dikeyin ka dê çawa bergiriyê ji gel û welatê xo ket."

Hejî gotinê ye ku Fermandeya Pêşmergên Zêrevanî disalên borî da rolekê herî bilind û çalak gêraye di warê parastina emniyeta Kurdistanê da.

 

-----------------------------------------------------------------------------------------vegere

 

 

 

 

 

 

 

 

 

© 2006 www.zerevani.com