bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî     bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî

 

Xoleka Dî Ya Pêşmergên Zêrevanî Li Bamernê Derçû

30.09.2006/Bamernê

 

Bamernê/Xalid Keleş/FPZ--- Li jêr çavdêriya fermandê Fermandeya Pêşmergê Zêrevanî ceneral Êzîz Weysî li roja 30.09.2006 ê ahenga rê resmên bi diwîmahîk hatina xoleka meşqê binavê xola 11î eylulê bu Pêşmergên zêrevanî bi dumahî hat.

Ev rê û resme birêve çûn bamadebûna niwînerên heya bilinda Rêkxistina Pêşmergey, Fermandeyiya Dihok, Liqê 18 , Hêza Parastina Sinur, berpirsê Lijna Nawiça Sersinik, berpirsê Lîjna Nawiça Bamernê û jimareka zora efser û piledarên leşkirî.

Piştî deqîqeka rawestiyanê li ser giyanê pakê şehêdên Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir û Îdirîsê herdem sax, merasîma despêkir bi rêveçuna leşkirî digel siruda ey reqîb û herwesa çendîn çalakiyên leşkirî hatine pêşkêş kirin bu amadebûya.

Li dufda Fermandê Pêşmergên Zêrevanî ceneral Êzîz Weysî peyvek pêşkêşî amadebûyan kir û têda got: "Xoleka dî li Bamerna kela mêraniyê, binara çiyayê metînî û beramber çiyayê garey, Pêşmergên Zêrevanî serê wan mîna lutkên bilindên nav herdû çiyaya yê bilinde û evro dinava meşqeka giran û perwerdeka tesel da xola xwe bi diwîmahîk dînin.

Xuştivên min, hiwîn dizanin milletê Kurd temaî dimal û serwerê xelkî da nebûye temaî nebûye keda xelkê dî bixut û keda wî bu xwe bibet. Milletik bûye li ser erdê xwe jiyan kiriye ûji ber zengîniya welatê me hemî gava xelkekî temaî di welatê meda kiriye û dujminên me êkcar zor bûyine. Evro ku piştî têkçûna rijêma Baasa faşî bar û kawdanekê niwî l îraqê peyda bû, Îraq bû sîtemekê niwî lê bihête avakirin û têda hemî kes bimafên xwe şad bibin û ew cihên ku Kurdistan û Kurd lêne pêwîst e ew Kurd jî bi dilniyayî û bi emniyet li ser erdê xwe bijîn û tam û çêja wê dîmokratiyetê bikêşin. Lê mixabin rewşeka cudatir li Îraqê çêbu û hêza tîrora nav netewî giraniyeka mezin da ser Îraqê ku Îraq emniyet û îstqirariyeta xwe windaket û herusa jî bikîn û kerbeka mezin dujminên milletê Kurd bi hemî layekî hewildan ku milletê Kurd bazadiya xwe şad nebît. Lê evroke hiwîn li vêrê amadene ku biçine bajêrê Musil ê û li bajêrê Musil ê hun dizanin ku hijmarka zora Kurda têdane, ew Kurdên li wêrê şalaweka mezin ya tîrorê li ser wan heye ku nehêlin bi vê azadiyê şadbibin û nehêlin ew li wêrê jiyan biken da parçeka dî ya Kurdistanê nehête ser axa Kurdan."

Hejiye bêjîn ku vê xolê pitir ji 600  Pêşmerga bi xwe ve girtibû û bo mawê du heftiya vekêşa û merem ji vê xolê pitir bi hêzkirina evan Pêşmerga bû ku dê beref bajêrê Musil ê çin ji bo parastina barê wê yê emnî da ku bişên roekê baş û berçav bigêrin di biwarê parastina emniyetê vî bajêrî da.

-----------------------------------------------------------------------------------------vegere

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

© 2006 www.zerevani.com