|
12.09.2007

Hesen
Eli---
Hewlêr---
Dema di aliyekî de xebatên bo modernîzekirina artêşa Kurdistanê
berdewam dibin, dewreyeke leşkerî ya li fergeha Leşkerî ya
Pêşxabur li Zaxo bi dawî bû. Di dewrê de, pêşmergeyên girêdayî
Hêzên Zêrevanî yên Kurdistanê hatin perwerde kirin.
Dewreya perwerdê, berî sê heyvan bi navê “Xola 11 Eylûlê” hatibû
dest pê kirin û 1100 pêşmergeyên Zêrevanî yên Kurdistanê tevlî
vê dewreyê bibûn. Pêşmergeyan di vê dewreyê de ji bilî
perwerdeya leşkerî, dersên weke Dîroka Kurdistanê û Cografya
Kurdistanê jî xwendin.
Dewra
perwerdeya ku ji destpêkê heta evro bê rawestan tijî derbas bû,
li fergeh leşkerî Pêşxabur girêdayî Zaxo bi rewresmeke derçûnê
bi dawî bû.
Nûnêrê serokê
Kurdistanê Mesûd Barzanî General Şehab Ahmed, berpirsiyarên
Liqên 1, 8 û 20î yên PDKê, Fermandeya Dihokê, efser û
serleşkerên Artêşa Kurdistanê, nûnêrên Dezgeha Eylûlê yên Dihok
û Zaxo, nûnêrên Tevgera Jinan, rayedarên navenda Laleş, nûnêrên
Yekîtiya Nivîskarên Dihokê; efser, pilêdar û Fermandeyê Giştî yê
Pêşmerge Zêrevanî ya Kurdistanê û hejmareke zêde ji nûnêrên
Hirîstîyan û Ezdiyan û gelek mêvan tevlî rewresma derçûna xolê
bûn.
Fermandê
Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî yên Kurdistanê Azîz Weysî di
axaftina xwe ya destpêkê ya rewresmê de êrîşên 11 Eylûlê riswa
kir û perwerde û jiyana leşkerî weke bilind nirxand.
General
Weysî got: “Dahatuya welatekî girêdayî asta leşkerî ya wî welatî
ye. Artêşeke baş perwerdebûyî, ku hemû rêgez û qeîdeyên leşkerî
bicih tîne û bersiva hemû pêwîstiyên jiyanî di hemû sehayan de
dide, garantiya dahatuya wî welatî ye. Em weke hêza Zêrevanî, di
sehaya zanistiya leşkerî de bi hezaran pêşmerge û efser perwerde
kirin, di nava du salan de 25 xolên perwerdeya leşkerî yên cuda
rêxistin kirin, bi vî awayî me pêwîstiyên artêşeke modern û
standart bicih anîn ku ew dê dahatuya welatê me garantî bike û
biparêze. Evro di çarçoveya vê xebatê de 1100 pêşmergeyên me yên
profesyonel ji xola leşkerî derdiçin û piştî perwerdeyeke sê
heyvan dest bi wacibê leşkerî dikin. Ez heta dawiyê bawer im ku
hemû pêşmerge û efserên me dê li gorî armancên gel û welêt bin,
layiqî navê pêşmergayetiyê bin û welatê xwe biparêzin. Ez
serkeftinê ji bo hemû pêşmergeyên Kurdistanê dixwazim.”
Piştî
axaftina general Azîz Weysî, bi musiqaya bandoya leşkerî, meşa
rewresmî ya leşkerî dest pê kir. Di dawiya rewresmê de
komandoyên Zêrevanî xwepêşandaneke Kung-Fu pêşkêş kirin.
Di derçûna
xola perwerdê ya Zêrevanî de, ji bilî çapameniya herêmî, gelek
rojnemavanên Ewrupî û Tirkî ji amade bûn.
.JPG)
.JPG)
.JPG)
.JPG)
.JPG)
.JPG)
.JPG)
-----------------------------------------------------------------------------------------vegere |