bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî     bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û her bijît kurdî

 
Pêşmergeyên Zêrevanî Xwîn Bexşîn

15.08.2007

 

Hewlêr/ Hesen Eli--- Di encama êrîşekî terorîstî de li herdû gundên Gir Uzîr û Sîba Şêx Xidir li sînorê qezayê Şengal ku kêmtirîn 200 Kurdên Êzîdî hatîbûn kuştin û bi sedan kes jî birîndar bibûn.

Bi sedan birîndar hatin rakirin li nexweşxaneyên Duhok û Hewlêr. Hewldanên saxkirina birîndaran berdewam in. Di bernameyên radyo û televîzyonên Kurdî de peyderpey û bi berdewamî, hemû gelê Kurd hat dawetkirin bo xwînbexşandinê. Bi hezaran Kurdistanî ji bo bexşandina xwîna xwe li ber nexweşxaneyan ketin rêzê.

Doh li paytext Hewlêr, gelek pêşmergeyên girêdayî Fermandeya pêşmergeyên Zêrevanî yên Kurdistanê, supayên 4 û 5 û hêzên komando jî, beziyan alîkariya birîndaran û di gava yekê de 120 kîs xwîn bexşandin.

Herweha li Duhok, Zaxo, Akre û Amediye bi hezaran pêşmerge xwîna xwe bexşandin birîndarên Êzîdî.

 

 

-----------------------------------------------------------------------------------------vegere

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

© 2006 www.zerevani.com