|
23.11.2006 Sexan

Şexan/ Hesen
Eli--- Li gorî dirêjahiya sîyaseta avakirina biratî û dostaniya
miletan ji Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê, xebat ne tenha li nav
sînorên Kurdistanê yên hûkûmî, lê li dereweyî sînoran jî
berdewam dibin. Hikumet hewl dide ku dostanî û biratiya miletan
û ayîniyên dî bi Kurdan re, bi şewazekî rastî were pêkhînan.
Li dwif
şîretên Seroke Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê birêz Neçîrvan
Barzanî, Fermandê Fermandeya Pêşmergên Zêrevanî yên Kurdistanê
General Azîz Weysî û şandeka pê re, çûn seredana Şêxan û bi
efser û giregirên herêmê re civînek berfireh çêkirin. Di civînê
de birêz Matran Nîxa û gelek şexsiyetên dî yên ayînî jî amade
bûn.
Di
roja 22'yê Novembera 2006an, General Weysî bi nûnêr û pêşhatîyên
kêmnetewan, bi gelek efser û navdarên Krîstiyan, Êzdî, Aşurî û
Kildaniyan civînek çêkir û li arîşeyên wan guhdarî kir. Li
civîna ku li Kenîseya li nawçeya Şêxan de birêveçû gelek kes ji
miletên krîstiyan, Êzdî, Aşurî û Kildanî tevlî bûn. Fermandê
Fermandeya Pêşmergên Zêrevanî yên Kurdistanê General Azîz Weysî
di axaftina xwe de li ser biratiya misilmanan û kemnetew û
grûbên ayînî yên dîtir rawesta û weha got: "Li dijberî rejîma
dirinde ya Seddam, gelên Kurd, Êzdî, Aşurî û Kildanî û Tirkman,
çi krîstiyan çi misilman, çi Êzdî çi Kildanî, pêkva berxwedan
kir. Me hemî pêkva êşa vê berxwedanê kêşa û serberzî, şanazî û
serkeftina vê berxwedan û têkoşînê jî, emê careka dî pêkva jiyan
bikeyn."
.JPG)
General Weysî
diaxaftina xwe de got ku ew ne li ser navê hizbekî, lê belê li
ser talîmata Hikûmeta Hêremî ya Kurdistanê li vêderê amade ye ku
arîşeyên gelên dost û bira guhdarî biket û bo çareseriya
pirsgirêkan wana bibe bo Hıkumeta Herêmî ya Kurdistanê.
Fermandeyî Giştêi yê Pêşmergên Zêrevanî yên Kurdistanê General
Azîz Weysî got: "Ne bes tenê li Hikumeta Hêremî ya Kurdistanê,
lê heta li Hikumeta Iraqê jî em dê hewl bideyn ku arîşeyên we
bên zanîn û ji bo çareseriyê werin nîqaşkirin."
.JPG)
Piştî
wergirtina hizr û pêşniyarên civakê, General Weysî soz da ku van
hizr û pêşniyara bighînîte Hikumeta Hêremî ya Kurdistanê. Gelek
kes ji civînê kêfxweşiya xo hînan ziman û hêvî kirin ku ev cure
hewl û xebat berdewam bin. Efser û pêşhatiyên gel, spasiyên xwe
pêşkêşî Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê kirin bi riya birêz
General Weysî.
Civîn bi
nanxwarinekî û bi kefxweşiya beşdaran bidûmahîk hat.
Hêjayî gotinê
ye ku Şêxan di sata hikumî de girêdayî Hikumeta Iraqê ye û bi
gelek muşkuleyên civakî, siyasî rûbirû ye. Gelek xizmetên tebîî
yên wekî avakirina rê û bingehên nawçê heta roja evro kêm mane.
Herçend Şêxan di asta hikumî de ne li naw erkên Hikumeta Herêmî
ya Kurdistanê de bit, dîsa jî Hikumeta Kurdistanê bi arîşeyên ev
civak û kemnetewan eleqedar dibe.
-----------------------------------------------------------------------------------------vegere |