|
.JPG)
Hewlêr/Hesen
Eli/FPZ---
Dema amadekariyên sersala nû têne kirin di paytext Hewlêr da,
Fermandê Fermandeya Pêşmergên Zêrevanî General Azîz Weysî li gel
şandeke seredana Wezareta Werzîş û Lawan kir.
Fermandeya
Pêşmergeyên Zêrevanî û şanda pê re, ji layê Wezîrê Werzîş û
Lawan birêz Taha Berwarî ve li jorê xwe dihatin pêşwazî kirin.
Di hevdîtina
li meqama wezîr da General Azîz Weysî bi kurtî agahdarî da li
ser xebat û wezîfeyên Pêşmergeyên Zêrevanî Ya Kurdistanê û amaje
da bi rol û girîngiya lawan li ser pêşeroja civak û Hikumeta
Kurdistanê.
Fermandê
Fermandeya Pêşmergên Zêrevanî General Azîz Weysî, weha got:
"Lawan ne bes roleka girîng dilîzin bo zîndebûn û xurtbûna
artêşê; ew hêza tevgerî ya hemû civakê ye. Berdewamkirina
zîndebûn û tendirustiya vê hêzê jî helbet wezîfeyê Wezareta
Werzîş û Lawan e. Bo xebatên di vê sehayê da em spas dikin bo
Wezareta Werzîş û Lawan û serkewtinê dixwazin."
Herdu rêvebir
bi taybetî ragihandin ku pêwîst e têkeliyên Wezareta Werzîş û
Lawan û Hêzên Peşmergeyên Zêrevanî zêdetir werin xurtkirin.
Bi xwestekên
aramî û aştî û serkewtina sala nû ew hevdîtin bi dûmahîk hat.
----------------------------------------------------------------------------------------vegere |